Baroya Mêrdînê: Polîsên ku tundiyê li zarokan kirine bila werin tespîtkirin 2021-11-18 11:32:26   MÊRDÎN - Baroya Mêrdînê xwest faîlên ku li navçeya Nisêbînê ya li dijî zarokên binçavkirî tundiyê kirine werin tespîtkirin û derbarê wan de karûbarê hiqûqî were destpêkirin.    Komîsyona Mafên Mirovan û Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Mêrdînê têkildarî zarokên ku di 14'ê Mijdarê de li Nisêbînê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin û li Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê tundî li wan hat kirin daxuyaniyek nivîskî weşand.    Komîsyonan diyar kir ku bi zarok, malbat û parêzerên wan re hevdîtin kirine û zarokan ji wan re tundiya li wan hatiye kirin vegotine.    HAT XWESTIN KU EW POLÎS WERIN TESPÎTKIRIN    Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku zarokan diyar kirine ku eger wan polîsên tundiyê li wan kirine bibînin wê nas bikin û hat xwestin ku ku ew faîl ango polîs werin tespîtkirin û li tavilê derbarê wan de karûbarên hiqûqî were destpêkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê û Komîsyona Mafên Zarokan wê vê bûyerê bişopînin.