Li Rêqayê banga ‘Ji Ocalan re azadî’ 2021-11-18 11:39:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Hevserokê Meclîsa Sivîl ê Reqayê Hesen Mistefa diyar kir ku bi tecrîda li Îmraliyê sûc tê kirin û bang li rêxistinên navnetewî kir ku dawî li tecrîdê bînin û ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan bikevin nava liv û tevgerê.    Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Îmraliyê didome, serlêdanên parêzer û malbatan jî bê bersiv tên hiştin. Di 23’yê Îlonê de bi hêceta “Nexşerêya” ku Ocalan ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandibû, 6 meh cezayê hevdîtina parêzeran li Ocalan hatibû birîn. Pişt re bi hêceta ku Ocalan “çalakiya sporê vegerandiye çalakiya sohbetê” 3 mehan cezayê hevdîtinê lê hat birîn.    Rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan bi rêya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) û DMME’yê ji bo rakirina tecrîdê ketin nava hewldanan. Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) jî di meha Gulanê de dest bi kampanyaya îmzeyê kiribû.    TECRÎD SÛCEKÎ MEZIN E    Cîgirê Hevserokên Meclîsa Sîvîl a Rêqa Hesen Mistefa têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Hesen, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê sûc e û wiha got: “Ev sûc ji zêdetîr 22 salan ve berdewam e. Rewşa wî ya di girtîgehê de ne li gorî qanûnên navneteweyî ye.” Hesen Mistefa bi lêv kir ku li gorî qanûnên navneteweyî yên têkildarî girtiyan, divê pêdiviyên wan bi giştî bên peydakirin û wiha berdewam kir: “Lê rêber Abdullah Ocalan girtiyekî siyasî, rêberek û ronakbîr e. Pêkanîna mîna van sûcan li dijî wî sûceke mezin e.”   DEWLETA TIRK SÛCÊN XWE DIDOMÎNE   Mistefa xwest ku tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke serbest neyê berdan, divê mafên xwe bi dest bixe. Hemû girtiyên siyasî xwedî maf in, mîna xwendina pirtûkan, şopandina rewşa li derve û pêkanîna sporê. Lê dewleta tirk a dagirker sûcên xwe yên li dijî rêber Abdullah Ocalan didomîne. Ev yek li dijî mirovahiyê ye û ne li gorî maf û qanûnên navneteweyî yên têkildarî girtiyan e.”   ‘JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ BIKEVIN NAVA TEVGERÊ’   Mistefa, bang li saziyên hiqûqê yên navneteweyî kir ku dawî li tecrîdê bînin, ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan bikevin nava liv û tevgerê wiha pê de çû: “Rêber Abdullah Ocalan ne rêberê gelekî an jî neteweyekê ye, lê belê rêberê hemû gelên Rojhilata Navîn e. Bidawîkirina tecrîdê daxwaza hemû gelan e û divê di zûtirîn dem de pêk were.”