Rojnameger Candemîr beraet kir 2021-11-18 12:00:41   WAN - Rojnameger Oktay Candemîr, di doza ku bi angaşta "propagandaya rêxistinê" lê hatibû vekirin de beraet kir.    Ji ber parvekirinên li ser medya sanal derbarê Rojnameger Oktay Candemîr de bi angaşta "propagandaya rêxistinê" hatibû vekirin. Danişîna dozê li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hat dîtin. Di danişîna ku parêzerên Candemîr Erhan Çîftçîler û Ebrû Demîrtepe lê amade bûn de dozger xwest ku Candemîr bê beraetkirin.    Parêzerên Candemîr jî parastina muwekîlê xwe kirin. Parêzeran, destnîşan kir ku parvekirina Candemîr xebata rojnamegeriyê ye û beraeta wî xwestin.    Heyeta dadgehê, piştî parastina biryara xwe aşkera kir û derbarê Camdemîr de biryara beraetê da.