Doza parazvanên mafên mirovan nehat dîtin 2021-11-18 13:47:32   ÎZMÎR - Danişîna doza li Îzmîrê derbarê parazvanên mafên mirovan de hatiye vekirin, ji ber dadger bi rapor bû nehat dîtin.    Danişîna 3 parêzvanên mafên mirovan ên ku bi hinceta beşdarî çalakiya piştgiriya bi xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê bûne, bi hinceta “heqaret li Serokkomar kirine” dihatin darizandin, nehat dîtin. Danişîna doza Xebatkakarê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Aytul Ûçar û parêzvanên mafên mirovan Emîne Akbaba û Îrem Çelîkbaş a li 41’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Îzmîrê hatibûya dîtin, ji ber pirsgirêkên dadger ên tenduristiyê hat taloqkirin. Derbarê taloqkirina danişînê de agahî nehat dayîn.