Beştaş derxistina Yenî Yaşamê ya ji sepana meclisê ji Şentop pirsî 2021-11-18 15:42:07   ENQERE - Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, derxistina Yenî Yaşamê ya ji sepana Meclisê ji Serokê Meclisê Şentop pirsî.    Hat hînbûn ku di 27'ê tebaxê de biryar hatiye girtin ku Rojnameya Yenî Yaşamê ji sepana meclisê hatiye derxistin. Di biryara ku ji aliyê Serokatiya Xizmetên Arşîv û Pirtûkxaneya Meclisê ve hat şandin de hatiye diyarkirin ku arşîva dîjîtal a Rojnameya Yenî Yaşamê bê berdewamkirin lê ya çapkirî û abonetiyên wê yên înternetê bên betalkirin. Di bin vê biryarê de îmzeya Serokwekîlê Meclisê Sadî Sureyya Bilgîç û Amîrê Îdarê yê Meclisê Alî Şahîn ên AKP'î hene.    JI ŞENTOP PIRSÎ   Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, bi pêşnûpirsekê mijarê ji Serokê Meclisê Mûstafa Şentop pirsî.    Beştaş ev pirs aresteyî Şentop kirin: "   "* Rexmî ku hemû rojnameyên rojane yên neteweyî di sepan meclisê de cih digirin sedema cih nedana Rojnameya Yenî Yaşamê çî ye? Ev pêkanîn li gorî kîjan biryar/rêziknameyê ye?    * Tevlîbûna rojnameyan a sepanê li gorî kîjan şertan tê kirin? Polîtîkaya weşanê ya rojnameyan di nav şertan de heye?"