Nûçegihanê me Emrûllah Acar hat binçavkirin 2021-11-19 08:19:06 RIHA - Nûçegihanê me yê Rihayê Emrûllah Acar di saetên serê sibê de di encama serdegirtina malê de hat binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê bi îdîaya “endametiya rêxistinê” daye destpêkirin de, polîsan bi ser mala nûçegihanê me yê Rihayê Emrûllah Acar de girtin. Polîsan piştî lêgerîna malê nûçegihanê me Acar binçav kirin.    Polîsan di serdegirtin malê de dest danîn ser kompîtûr û wênekêşa Acar. Tê payîn ku polîs wê Acar ji Miduriyeta Polîsan a Rihayê bibin Meletiyê.