Ji ber bihabûna fiyetên êm keriyên pez li zozanan man 2021-11-19 09:09:22 DERSIM - Fethî Buyuk ku ji ber hişkesaliya îsal û û bihabûna fiyetên êm keriyê xwe yê pez ê ku biribû zozanan dereng ji zozanan anî, anî ziman ku dahata wî di biniya lêçûnên wî re ye.  Keriyên pez ên ku her sal di bihar û havînê de wan dibin zozanan, di meha Îlonê de ji zozanan tên anîn. Lê îsal ji ber hişkesaliyê û bihabûna fiyetên êm, keriyên pez zêde li zozanan man. Fethî Buyuk ku keriyê xwe yê pez ji Xarpêtê biriye Zozana Gawirdaxiyê ya Erziromê, diyar kir ku dereng ji zozanan hatiye û bal kişand ser hişkesaliyê û bihabûna fiyetên êm. Buyuk got: "Gundên me germ in û havînê heywan nikarin îdare bikin. Lewma em wan dibin zozanên Erziorimê. Gava dinya hênik be berdarî hî zêde dibe. Gava em diçin zozanan, em heywanan bi wesayitan dibin. Di vegerê de em peya tên. Em 3-4 mehan li zozanan dimînin."    DAHAT DI BINIYA LÊÇÛNAN RE YE   Buyuk, bal kişand ser hişkesaliyê û bihabûna êm û got: "250 mihên me hene. Ev mih nêzî 25-30 ton ceh dixwin. Her wiha nêzî 30 ton ka jî dixwin. Ji xeynî vê em êmine din jî didin wan. Lê fiyetên êm pir biha bûne. Par me tona ceh bi hezar û 400 lîreyî distend, îsal bûye 3 hezar û 500. Êmên din jî bi heman awayî biha bûne. Em dixisirin. Gava wisa be kes naxwaze vî karî bike. Du sal in dahatên me di biniya lêçûnên me re ne."    Buyuk, destnîşan kir ku pirsgirêkeke wan a mezin jî, kêmbûna mêrgan e û got: "Em tenê mêrgan dixwazin, wekî din tiştekî din naxwazin."    Abît Bayram (42) ku li gundê Recebê yê navçeya Çêrmûgê ya Amedê dijî jî şivantiya jeriya pez dike. Bayram, anî ziman ku 80 pezên wî di nav kerî de ne, lê ji ber ku berdarî kêm e ji bêgavî şivantiyê dike.    MA / Cengîz Ozbasar