'Em ne qereqol û baregehan, em aramiyê dixwazin 2021-11-19 09:14:55 ŞIRNEX - Li Çiyayê Cûdiyê 22 qûle û 2 baregehên leşkerî hatine çêkirin. Welatiyên ku bi salan e ji ber ewlehiyê nikarin biçin gundên xwe bertek nîşanî Walitiya Şirnexê dan ku propagandaya van qûle û baregahan dike. Welatiyan destnîşan kirin ku ew ne qereqol û baregehan ew aramiyê dixwazin.  Di salên 90’î de bi polîtîkayên valakirin û şewitandina gundan re bi dehan gund hatin valakirin. Bi valakirina gundan re gelek herêm û gund li ser navê ewlehiyê ji şêniyên gundan re hatin qedexekirin. Di encama van polîtîkayan de bi dehan qereqol hatin çêkirin û gund veguherîn baregehên eskerî.    Şirnex jî yek ji wan bajaran e ku gelek gundên wê hatine valakirin û şewitandin. Çiyayê Cûdî û Gabarê ku her sal daristanên wan tên şewitandin ji salên 90'an heya niha ji bo gel qedexe ye. Her wiha di demên dawî de Walitiya Şirnexê ve her her tim dibêhe "Herêm  ji terorê hat paqijkirin û qadên jiyanê hatin vekirin." Lê belê çendî walitî wiha bibêje jî, li herêmê hîn jî çûna bi dehan gundan qedexe ye. Her wiha li gundên ku bi awayekî qismî qedexe ne jî bêyî destûr têketina wan ne pêkan e. Şeniyên gundê Bilikan ê girêdayî navçeya Sîlopiyayê ku li texma quntarê Çiyayê Cûdî ye, bertek nîşanî daxuyaniyên walîtiyê dan.      'JI BO BI RIHETÎ DARAN BIBIRIN ÇÊKIRINE'   Ji şeniyên gund Huryete Yakut, bi lêv kir ku xeyala wê tenê ew e ku rojekê gundê xwe bibîne û wiha axivî: "Ev 30-40 salin em ji gundê xwe derketine. Em gelek beriya gundê xwe dikin, lê nikarin biçin. Em ji gund koçber kirin. Em nikarin biçin ser axa xwe. Dewlet nahêle ku em biçin. Gundê me şewitandin û niha jî nahêlin ku biçin. Ez gelek dixwazim ku biçim gundê xwe. Hê ku gundê me valanekirin rezê me hebû, me çandin dikir,guzên me hebûn. Ez diçûm berîyê. Min her karek dikir. Lê piştî ku em hatin bajêr ev tişt hemû ji destê me çûn. Heger yek bixwaze biçe jî divê destûr bixweza. Her tiştek gundê me heye. Ew qereqol û kule ne ji bo ewlehî û aramiya gel çêkirine. Ji bo ku cerdevan û leşkerên wan bikaribin daran bibin çêkirine. Bi awayeke serbest daran dibirin. Lê nahêlin ez xwe  biçim ser gundê xwe. Ji me re qedexe, ji cerdevan û leşkerên wan re serbeste. Ew kule û qereqol ne ji me û aramiya me re çêkirine. Cihê ku hikûmet lê hebe, gel tune ye. Ne ji bo me çêkirine ku em serbest biçin darên xwe,guz û beruyên xwe. Diçin darên min dibirin û tine li ber çavê min dişewitine. Ez jî diçim çiqila dar dikirim 250'îyan."   'MIN XANIYÊ XWE NAS NEKIR'    Yakut, anî ziman ku li herêmê çêkirina qereqolan aramiya heyî jî tune dike û wiha domand: "Tu hewcehiya me bi qereqol û baregehên wan tune ye. Ê ku karê wî tê de heyî hewcehiya wî pê heye. Ez gelek dixwazim biçim gundê xwe. Ji ber hizrên gundê xwe ez  xewnên şewa jî nabînim. Ez û buka xwe 20 sal beriya niha çûn gund. Ez geriyam û negeriyam min xaniyê xwe nas nekir. Avahiyê me şewitandibûn. Xaniyê me bilind bû û sê qet bû. Lê min nas nekir û nedît. Xeyala min ew bû ku min ditiba, lê min nedit."   'JI CERDEVAN Û LEŞKERÊN XWE RE DANÎN'    Yek ji niştecihên gund Hanim Denîz jî diyar kir ku li herêmê li gel zêdebûna hejmara qereqolan ewlehiya welatiyan ketiye xeteriyê û wiha got: "Heta ku destûr nedin nahêlin biçin gund. Dema ku destûr didin ji divê seat 5'an êvaran ji gund derbikevin. Heger seat 5'an derbas bikin ceza jê re dibirin. Tenê ji cerdevanan re serbeste. Diçin dar û komirê tînin û her tişteke ku dixwazin li ser gundên me dikin. Lê ji me re qedexe ye. Lê baxçeyê mini, rezê min ji min re qedexe ye Çima ji min re qedexe ye, lê ji wan re serbeste? Me çi kiriye?  Em vê neheqiyê qebûl nakin.Ji bo ku ez ne cerdevanim hûn dê vê heqeretê li min bikin? Em her sal diçûn me dimsê çêdikir, guz û hinarên xwe kom dikirin.  Lê piştre valakirin û her sal dişewitinin û darên me jî dibirin. Qereqol danîn yan jî nedanîn ji min re çi. Piştî ku ez nekarim biçim gund ji min re çiye. Tu ne ji min re danî, tu ji bo ewlehiya cerdevan û leşkerê xwe danî. Tu nahêlî ez yek darê ji gundê xwe bibim. Tenê yek dar di erebeyê de hebe tu min ceza diki. Ev heqe? Her tiştekî tînin serê me."   'WAN KENGÎ ARAMÎ DAYE ME?    Denîz, destnîşan kir kir ku bi polîtîkayên ewlehiyê re gundên wan veguherîne baregehên leşkerî û wiha berdewam kir: "Xwedê berê aramî bêtir hebû. Me tu aramî ji wan nedît. Wan kengî aramî daye me? Nahêle kesek kevirekî bidane ser kevirekî. Hewcehiya me bi vê peçeteyê bi qereqolan nine. Em ne qereqol û baruyan, em aramiyê dixwazin.  Lê kes nikare  ne biçe berivaniyê, ne şivaniyê û ne jî komkirina pincar. Tirsa mirov nebe û mirov van pêk bîne.  Bila van tiştan serbest bike û piştre biaxivin. Bila weke însana me jî serbest bike. Me çi kiriye? Ma qey em terorîn? Ew kesên ku ji me re dibêje teror ew bi xwe terorin. Bila zilm û heqeretê neke ku em  jî nebin teror. Bila me jî weke însan bibînin. "   MA / Zeynep Dûrgût