‘Kesên du can qetilkirin çawa dikarin bên berdan?’ 2021-11-19 16:47:06   AMED - Malbata Karaaslan ku çalakiya xwe ya rûniştinê ya li ber Edliyeya Amedê di roja duyemîn de didomîne bi gotina “Kesên du can qetilkirin çawa dikarin bên berdan?” bang li Wezîrê Dadê gul kir.    Di 18'ê tîrmeha 2020'an de li gundê Kagitli yê navçeya Bismil a Amedê, sercerdevan Mahmût Karaaslan bi 5 kurê xwe re êrişî hevjîna xwe ya bi mehra olî Hamdiye Şik (61) û kurê wê Kadîr Karaaslan (26) kiribû û ew kuştibûn. Ji ber vê bûyerê doz li Karaaslan û zarokên wî hatibû vekirin û ji ber kuştina 2 kesan û hewldana kuştina 8 kesan Karaaslan û kurê xwe Sîdar Karaaslan ku ew jî mîna wî cerdevan e hatibûn girtin. Lê beriya çend rojan derketibû holê ku sercerdevan Karaaslan û kurê xwe Sîdar Karaaslan hatine berdan. Li ser vê yekê zarokên Şik ên din û xizmên wê li pêş Edliyeya Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Çalakiya malbata Şik îro jî li pêş edliyeyê bûn.    Ferdên malbatê ên ji ber berdana her du bersûcan, ji ewlehiya canê xwe bi fikar in, hewl dan li pêş edliyeyê dengê xwe ragihînin rayedaran.    Di çalakiyê de dovîzên “Bertîl girtin û kujer berdan” , “Bi keleşê berî me dan, bertîl dan hatin berdan” û “Ewlehiya canê me tune ye, kujer hatin berdan” , “Dengê me bihîzin, em li edaletê digerin” hatin hildan.   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Tûran, rêveberên Baroya Amedê û serokên berê yên Baroyê Mehmet Emîn Aktar, Cîhan Aydin û rêveberên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (ÎHD) piştî danişîna doza Endamê Lijneya Rûmeta Bilind a Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) Şeyhmûs Gokalp hatin cem malbatê û li fikarên wan guhdarî kirin.    MIJARA BERTÎLÊ    Keça Remziye Şik a hat kuştin, Sertaç Karaaslan axivî û wiha got: “Komkujiyek li dijî me pêk hat. Dayika min û birayê min hatin qetilkirin. Kekê min û jinbira min seqet hatin hiştin. Ligel vê yekê jî kujer piştî salek û 3 mehan hatin berdan, em fêm nakin. Ji ber vê yekê em li edaletê digerin. Em bawer dikin ku kujer bi bertîlê hatine berdan.”   BANG LI WEZÎRÊ DADÊ KIR   Karaaslan, bi gotinên “Tiştekî wisa çawa dibe? Kesên du can qetil kirin çawa tên berdan? Ev kesên ev travma li van zarokan li me da jiyandin çawa dibe ku destê xwe dihejînin û derdikevin? Em tişteke wisa qebûl nakin û dixwazin dengê xwe ragihînin” bang li Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul kir û destnîşan kir ku heta bersiveke zelal negirin wê çalakiya xwe bidomînin.