Artêşa Tirk xwe ji Werxelê û Tabûra Ereba vekişand 2021-11-19 16:54:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Tirk ku êrişên xwe yên li dijî Herêma Kurdistanê didomîne û bikaranîna çekêm kîmyewî di rojevê de ye xwe ji Werxelê û Tabûra Ereba vekişand.   Tirkiye ku li Herêma Kurdistanê, êrişên xwe yên li dijî qadên Zap, Avaşîn û Metîna didomîne, 7 meh in nikare bi pêş ve biçe. Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gelan (HPG), li Avaşînê Artêşa Tirk xwe ji herêmên Werxelê û Tabûra Ereba vekişandiye.    Herêma Werxelê ku Artêşa Tirk xwe ji vekişandiye, beriya niha bikaranîna çekên kîmyewî hatibû rojevê. Di encam êrişêk kîmyewî de 5 HPG'iyan jiyana xwe ji dest dabû.