Cenazeyê Acar û Yîgît hatin veşartin 2021-11-19 18:31:38 ŞIRNEX - Cenazeyên Agît Acar û Abdûllah Yîgît ên HPG’yî ku di şerê li herêma Kato Marînos de jiyana xwe ji dest dabûn hatin veşartin.      Cenazeyên Agît Acar (Azad Gewda) û Abdûllah Yîgît (Êrîş Andok) ên HPG’yî ku di şerê 7’ê Îlonê de li herêma Kato Marînos a navçeya Elkê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest dabûn, hatin veşartin. Abdûllah Yîgît li gundê Pîrosa, Agît Acar jî li gundê Geliyê Gewda ên Elkê hatin veşartin.