ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2021'Ê 2021-11-20 09:00:05 * Dayika Aştiyê Emîne Koç a 64 salî bîr û baweriya xwe ya ji bo têkoşînê bi van gotinan xulase dike: "Ez yeqîn dikim, em ê bi ser bikevin. Ez nebînim jî dê yên li pê me bibînin."  * Ji ber nediyariya fiyetê garis, cotkaran paleyiya garis dan sekinandin. Serokê Komeleya Cotkaran Mikaîl Erbeyî, anî ziman ku bi zêdebûna kûrên dowîzan maliyet zêde bûne û çarenivîsa cotkaran ketiye destê çend 4-5 fabrîkeyan.    * Di rêziknameya girtîgehê de xala "lêgerîn tazî" wekî xala "lêgerîna bihûrgulî" hat guherandin. Hiqûnasên OHD'î û ÎHD'î bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: "Heya pêkanîn neguhere, guherandina tekstên nivîskî bêwate ye."    * Endamên Platforma Jinan a Enqereyê, ji bo çalakiyaku dê di 25'ê Mijdarê de li dar bixin bang kirin: "Em li dijî tahdeyê li qadan bin. Em bi hev re bihêz in."    * Ji Meclîsa Koçberî û Penaberan a HDP'ê Yagmûr Yûrtsever, bal kişand ser kesên ji Herêma Kurdistana Federe berê we didin Ewropayê kir û destnîşan kir ku armanca kesên ku berê welatiyên herêmê didin Ewropayê ew e ku herêmê ji kurdan xalî bikin.    * Ji 3 endamên HPG'ê ku di 26'ê tîrmehê de ji aliyê pêşmergeyên PDK'ê ve dîl hatibûn girtin. 118 roj in agahî ji wan nayê girtin. Malbata endamê HPG'ê Ayhan Tatli, bertek nîşanî PDK'ê da û xwest aqûbeta lawê wan were diyarkirin.    * Dewleta Tirk li heremên Metîna û Avaşîn ligel bi bombebarana hewayî re li ser tunelên şer çekên kîmyewî bikar tînin jî ji bo ketine van tunellan hêzên taybet ên girêdayên PDK’ê didin pêş û bikartînin.     * Parlementera HDP'ê ya berê Nûrsel Aydogan ku tevlî "Keştiya Azadiyê" bû, anî ziman ku êdî dema azadiya Ocalan hatiye.    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 257’emîn de berdewam dike.    * Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan li Baroya Amedê daye destpêkirin di roja 5’emîn de berdewam dike.    * Rêxistina HDP’a Mêrsînê têkildarî mîtînga banga demokrasiyê ya di 28’ê Mijdarê de li dar bixe wê li avahiya partiyê daxuyaniyê bide. (12.00)    * Li Amed, Stenbol, Mêrsîn û Edeneyê ji ber Roja Mafên Zarokan a Cîhanê wê daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn. (11.00-12.30)   * ÎHD û xizmên windayan wê 667'emîn çalakiya xwe a “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” dê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya Amedê û li Êlihê jî li avahiya komeleya xwe li dar bixin. (12.00)    * Li Colemêrg, Mersîn û Cizîrê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê wê çalakî bên lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya Salîha Aydenîz jî wê beşdarî meşa li Colemêrgê were lidarxistin bibe. (12.00-16.00)   * Dayîkên Şemiyê jî ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û bi daxwaza cezakirina faîlan dê li ser onlinê 869’emîn çalakiya xwe ya heftane pêk bînin. (12.00)    * Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 376’emîn de ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê li Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê civîna çapameniyê li dar bixe. (12.00)   * Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li ber Konak Eskî Sumerbankê daxuyaniyê bide. (13.00)    * Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê têkildarî binpêkirinên mafan ên jinên girtî yên li girtîgehên herêma Egeyê tên jiyîn wê li avahiya komeleya xwe daxuyaniyê bide. (13.15)    * Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê di hefteya 504’yemîn de dê çalakiya "Rûniştina F" li avahiya xwe li dar bixe. (13.30)