Armanca wan Kurdistanê ji kurdan xalî bikin 2021-11-20 09:20:57 STENBOL - Ji Meclîsa Koçberî û Penaberan a HDP'ê Yagmûr Yûrtsever, bal kişand ser kesên ji Herêma Kurdistana Federe berê we didin Ewropayê kir û destnîşan kir ku armanca kesên ku berê welatiyên herêmê didin Ewropayê ew e ku herêmê ji kurdan xalî bikin.  Bi hezaran penaberên ku ji Herêma Kurdistana Federe, Afxanîstan, Sûriye û Îranê berê xwe eidin Ewropayê, ji 8'ê Mijdarê ve li sînorê Belarûs-Polonyayê ne. Penaberên ku piranî jê jin û zarok in di şert û mercên dijwar de li ber xwe didin. Heya niha zêdetirî 10 penaber ji ber van şert û mercan jiyana xwe ji dest dane.    Endama Meclîsa Koçberî û Penaberan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Yagmûr Yûrtsever, pêkanînên li hemberî penaberan û helwesta dewletan a di vî warî de nirxand.   ROLA TIRKIYEYÊ   Yûrtsever, bal kişand ser zextên ku penaber li sînor bi wan re rû bi rû dimînin û got: "Divê em destnîşan bikin ku penaber li deverên wekî kampan namînin. Nikarin pêdiviyên xwe yên wekî zexîre berhev bikin."    Yûrtsever, destnîşan kir ku di koçberiya ji Rojhilata Navîn ber bi Ewropayê ve roleke mezin a Tirkiyeyê heye û got: "Tirkiye ji sala 2011'an ve bûye navenda qaçaxçîtiya mirovan. Di bûyera dawî de rola THY'ê derket holê. Îro ger hûn li qeydên THY'ê binerin hûn ê bibêjin ku ber bi Belarûsê ve gelek sefer çêbûne. Yanî di vê de roleke mezin a Tirkiyeyê jî heye."    Yûrtsever, bilêv kir ku AKP penaberan wekî "koz" bi kar tîne li hemberî Ewropayê û wan kiriye meseleya bazarê.    BERPIRSIYARIYA EWROPAYÊ   Yûrtsever, anî ziman ku li gor Peymana Cenevreyê berpirsiyariyeke Ewropayê heye ku deriyan li penaberan veke, lê niha Ewropa vê berpirsiyariya xwe nayne cî. Yûrtsever destnîşan kir ku piraniya penaberan kurd û afxan in û got: "Sedema vê jî faşîzm û şerê li herêmê ye. YE û NATO bi pespektîfa ewlehiyê nêzî van meseleyan dibe. Ev rewş nîşan dide ku dê binpêkirinên mafan zêde bibin û dê li herêmê pevçûn kûrtir bibin."    POLÎTÎKAYA XALÎKIRINA JI KURDAN   Yûrtsever, destnîşan kir ku sedemeke din a vê polîtîkaya Tirkiyeyê jî ew e ku herêmê ji kurdan xalî bike û got: "Tayyip Erdogan an jî Suleyman Soylû tim vê yekê tînin ziman. Li Efrînê û gelek deverên din ên kurdan demografiya herêmê diguherînin û ji deverên din mirovan tînin li vira bi cih dikirin. Şandina kurdên ber bisînorê Belarûsê jî perçeyeke vê polîtîkayê ye, dixwazin Başûrê Kurdistanê ji mirovan xalî bikin."    SÛCÊN TIRKIYEYÊ   Yûrtsever, anî ziman ku mueyîdeyên YE'yê yên di vî warî de jî têr nakin û got: "Divê sûcên Tirkiyeyê bên vekolandin û pêvajoyên darazî bên destpêkirin. Tişta ku Ewropa ji bo penaberan bike jî ew e ku li gor Peymana Cenevreyê tevbigere û deriyê sînor veke. Piraniya van mirovan ji ber hin hincetên polîtîk û şerê li herêmê diçin. Ev sedemeke îlticayê ye."    Yûrtsever, bang kir ku her kes li dijî vê bazariya li ser koçberan tê kirin dengê xwe bilind bike.    MA / Kadîr Guney