Li Wanê mirineke biguman 2021-11-20 09:28:32   WAN - Li navçeya Rêya Armûşê, cenazeyê kesekî ku navê wî nehat zanîn hat dîtin.    Duh şev li Taxa Bostanîçî ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê cenazeyê kesekî hat dîtin. Hat diyarkirin ku kesê navê wî nehat zanîn dora 16-18 salî ye. Şahidan bi lêv kirin ku bi çekê gule berdane serê wî wisa ew kes hatiye kuştin.    Cenaze bi ambûlansa ku hat cihê bûyerê rakirin nexweşxaneyê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.