Ji ber nûçe şopandin li du rojnamevanan doz hat vekirin 2021-11-20 12:10:19   STENBOL - Derbarê nûçegihanê me Muhammed Enes Sezgîn û rojnameger Sena Dolar de ji ber nûçeya ku şopandin doz li wan hat vekirin.    Derbarê nûçegihanê me Muhammed Enes Sezgîn û rojnameger Sena Dolar de ji ber nûçeya ku şopandin bi îdiaya “li dijî qanûnê meş lidarxistine, bi rê ve birine” doz li wan hat vekirin. Îdîanameya derbarê Sezgîn û Dolar de ku bi daxwaza 6 meh heta 3 salan cezayê girtîgehê hatibû amadekirin ji aliyê 10’emîn Dadgeha Cezaya Asliye ya Büyükçekmeceyê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de dirûşmeyên “Bijî 1’ê Gulan” û “Em ji vir naçin em ê li ber xwe bidin” ku karkeran berzkiribûn bûn mijara sûc.    DANIŞÎNA EWIL LI SÎLÎVRIYÊ YE   10’emîn Dadgeha Cezaya Asliye ya Buyukçekmeceyê ji ber ku salona dadgehê ne xwedî rewşa heyî ye ku 40 kesan bigire, biryar da ku doz li eywana dadgehê ya girêdayî Girtîgeha Sîlivriyê bê dîtin.    Danişîna ewil a dozê wê di 31’ê Adara 2022’yan de were dîtin.