Aydenîz: Wê jin pergala yek zilamî hilweşînin 2021-11-20 16:50:59   COLEMÊRG - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz a li Colemêrgê axivî, wiha got: "Em jin dê pergala yekzilamî û pergala qesrê bi serê we de hilweşînin"   Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê li Colemêrgê meşek li dar xist. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, Parlamenterên herêma Serhatê û parlementerên jin, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê û Colemêrgê û gelek jin beşdarî meşê bûn. Jinên li ber çerxerêya Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hatin gelhev, li vir bi pankarta "Li dijî tundiya mêr dewletê, şer, xizanî, destdirêjî, tecawizê, dema azadiya jinê ye" û bi hilgirtina dowizên "Navê min Ceren e" , "Navê min Heskîf e", "Navê min Taybet e" û bi berzkirina dirûşmên "Em xwe diparêzin" û "Jin dema li gel hevdu bin dê cîhan ji cihê xwe bileqe" meş li dar xistin. Jin dema hatin ber Parka Walîtiyê polîsan xwestin wan asteng bikin. Tevî astengiyê jinan daxuyanî dan.    'POLÎS JI BO DENGÊ JINAN KÊM BIKIN KOM BÛNE'   Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran li ser navê jinan daxuyanî da. Başaran da zanîn ku ew li dijî tundiya mêr dewletê, xizaniyê, tecawiz û destdirêjiyê li her derê ne û wiha got: "Mixabin dema jinên bi tundiyê re rûbirû dimînin diçin qereqolê, ji bo gilî bikin tu kesî nabînin. Lê belê îro hemû polîs ji bo dengê jinan kêm bikin li vir kom bûne."   'DEWLET LI DIJÎ JINÊN KURD POLÎTÎKAYÊN TAYBET TÊXIN MERIYETÊ'   Başaran, bal kişand ser qedexeyên li herêmê û wiha got: "Qedexeya walîtiyê tenê ji bo HDP'ê ye. Dema HDP dixwaze dengê jinê bilind bike bi astengiyan re rûbirû dimîne. Dewlet li dijî jinên kurd û li Kurdistanê polîtîkayên xwe yên taybet dixe meriyetê. Tecawiza polîtîkaya şer, wekî alavê bi kar tînin."   'DÊ JIN BERSIVEKE XURT BIDIN POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET'   Pişt re Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz axivî. Aydenîz, bertek nîşanî polîsên bi zorê jin dorpêç kirin da û wiha got: "Em ji hemû jinên ku tevî astengiyan hatin Colemêrgê re spas dikin. Jin li dijî polîtîkayên li Kurdistanê li dijî jinan di meriyetê de ne li vir in û li ser piyan e. Em bejna xwe li ber sekna jinan ditewînin. Em wekî DBP, HDP û TJA'yê di encama têkoşîna li dijî zextên li ser 25'ê Mijdarê de li vir in. Gel di ferqiya polîtîkayên şer ên taybet ên qirêj de ne. Li ser gelê kurd zexta derûnî heye. Li Colemêrgê jî tê xwestin ev polîtîkayên şer ên taybet bikevin meriyetê û encam bê bidestxistin. Dê jin bersiveke xurt bide polîtîkayên şer ên taybet. Ew ê jina kurd heta dawiyê têkoşîna xwe bidomîne. Em ê rêxistinbûyina xwe xurtir bikin. Em jin dê pergala yekzilamî û pergala qesrê bi serê we de hilweşînin."   Piştî axaftinan meş bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û tililiyan bi dawî bû. Jin piştî daxuyaniyê ber bi avahiya HDP'a Colemêrgê ve meşiyan.