Li Şirnexê TOKÎ li dû fen û fûtan e! 2021-11-21 09:12:22   ŞIRNEX - Li Şirnexê di dema qedexeya 2015'an de avahiyên gelek kesan hatibûn xerakirin. Hat diyarkirin ku TOKÎ'yê bi beramberiya 150 hezar TL'yî zorê dide van malbatan ku erseyên wan ji wan bistîne.    Li navenda Şirnexê di 14'ê Adara 2015'an de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û di seranserê vê qedexeyê de 9 hezar avahî û kargeh hatibûn xerakirin û talankirin. TOKÎ'yê û Wezareta Hawirdor û Bajrsaziyê ji bo kesên xaniyên wan û kargehên wan hatine xerakirin 5 hezar û 716 avahî û kargeh çêkiribûn. Ji van avahiyan 5 hezar û 200 jê radestî malbatan hatin kirin, lê 516 avahî û kargehên hatine temamkirin hê jî radestî malbatan nehatine kirin. Ji xeynî vê hatibû ragihandin ku bi hinceta "derî etabê ne" dê avahiyan nedin 650 malbatî. Her wiha bi ser de jî ji van malbatan bedêla paya erseyê tê xwestin.    Li Şirnexê niha fiyetê daîreyek TOKÎ'yê 300 hezar TL ye, lê rayedar dixwazin ku malbatên derî etabê hatine hiştin bi beranberiya 150 hezar TL'yî dev ji erseyên xwe berdin. Her wiha hat diyarkirin ku ji ber lêpirsînên ewlehiyê dê daîreyan nedin hin malbatan.    Welatiyên ku 5 sal in di kirê de ne û nikarin heqê kiriyên xwe bidin, nerazîbûna xwe anîn ziman.    'EM NIKARIN BI VÎ PEREYÎ 2 ODEYAN JÎ BISTÎNIN'   Şehmûs Belge ku li gor rayedaran derî etabê ye, bibîr xist ku xaniyê wî di dema qedexeyê de hatiye xerakirin û got: "Em mexdûr bûn. Paşê me li derî etabê hiştin. Ev qas sal derbas bûne lê hê jî xaniyên me nedane me. Serê her malê 70-80 hezar TL diyar kirin. Me jî got, em nikarin bi vî awayî bistînin. Tişta heqê me bû nedan me û me li derî etabê hiştin. Niha li gor rewşa aboriya Tirkiyeyê, em nikarin bi vî pereyî xaniyekî 2 odeyî jî bikirin. Em malbateke mezin in. Xaniyê me 7 qatî bû, lê niha em di kirê de ne. 15 daîreyên me hebûn. Niha tona hesin 9-10 hezar TL ye. 5 sal in em mexdûr in. Wateya derî etabê çi ye? Piştî qedexeyê rayedaran got, 'erseyên xwe bidin me, em ê ji were TOKÎ'yan çêbikin. Me jî îmze danî bin peymanê. Lê daîre nedan me û gotin 'em ê pereyan bidin we.' Me jî got, 'heger pereyê ku hûn bidin pê daîreyek bê, em ê qebûl dikin.' Lê pereyê ku diyar kirin pê 2 ode jî nayên stendin. Em 650 kes bi vî awayî hatine mexdûrkirin. Em dixwazin rojek berî rojekê ev mexdûriyet bê safîkirin."    ŞAREDAR SOZA XWE NEANÎ CÎ   Endamê HDP'î yê Meclîsa Şaredariya Şirnexê Esat Galîp jî anî ziman ku şaredarî tim û tim vê mexdûriyeta gel ji xwe re dike propaganda û got: "Em ji bo vê mexdûriyeta gel safî bikin, me pir hewl da. Şaredarê AKP'î berî ku bê hilbijartin soz dabû ku gava bibe şaredar dê karê wî yê ewil safîkirina meseleya 'derî etabê' be. Soz dabû, gotibû 'Ez ê xaniyên we yên hatine xerakirin radestî we bikim û daîreyan bidim we.' Lê niha berevajî vê tevdigere. Hem gel mexdûr dikin, hem jî di ser re doza pereyan dikin. Me ji şaredar pirsî bê çima soza xwe nayne cî. Şaredarê AKP'î got, 'ez pes dikim, nikarim tiştekî bikim.' Meseleya derî etabê, tenê li Şirnexê heye."    ‘ÇETEBÛYÎN'   Galîp, destnîşan kir ku heqê kirêya van malbatên derî etabê hatine hiştin jî nayê dayîn û got: "Heman rewş li Silopiya, Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Geverê jî rû da. Lê li van bajaran bi navê derî etabê tiştek çênebû. Ev mirov mexdûr in. Xaniyê min jî 3 qatî bû. Min xaniyek 2 qatî stend û niha 5 hezar deynê min heye û 3 kirêyên min jî nedan. Ger fiyetê xaniyekî an jî erseyekê 15 hezar be û tu rabî 7 hezaran bidî, ev bêînsafî ye. Nexwe em ê wisa fêm bikin; li Şirnexê çetebûyîn heye û ev kes pereyên ku tên dixin bêrîka xwe."