Ûgûr Kaymaz, awayê herî berbiçav ê nêrîna dewletê ya li kurdan e 2021-11-21 09:17:39   MÊRDÎN - Di ser kuştina Ûgûr Kaymaz û bavê wî re 17 sal derbas bûn, lê heya niha bi navê edaletê tiştek jî rû nedaye. Parêzer Erdal Kûzû, destnîşan kir ku mirina Ûgûr û doza wî, awayê herî berbiçav ê nêrîna dewletê ya li kurdan û zarokên wan e.    Di ser mirina Ûgûr Kaymazê 12 salî yê bi 13 guleyan hatin kuştin û bavê wî Ahmet Kaymaz re 17 sal derbas bûn. Lêpirsîna derbarê kuştina Ûgûr Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz de ku di 21'ê Mijdara 2004'an de li navçeya Qoser a Mêrdînê bi çeka dewletê hatin kuştin, wekî kuştina gelek kurdên bi çekên dewletê tên kuştin di polîtîkaya "bêcezatiyê" de asê ma. Kujerên Ûgûr û bavê wî bi destê darazê hatin parastin û nehatin cezakirin.   'HÊ JÎ ZAROK TÊN KUŞTIN'   Dayik Makbûle Kaymaz ku 17 sal in li dû edaletê ye got: "Ne qanûn, ne jî edalet nema ye. Her tişt di destê wan de ye. Kurê min û hevjînê min belesebeb kuştin. 17 sal in di dilê me de ne."    Dayik Kaymaz, destnîşan kir ku bawer nake ku kujer bên cezakirin û 17 sal in hêsirên çavên wê nesekinîne. Kaymaz got: "Diçû dibistanê. Di nigên wî de şimik, li ber malê ew kuştin û gotin 'terorîst' e. Hê jî zarokên me dikujin. Dilê me diêşe. Dibêjin edalet, ka ev edalet li ku ye? Heya ez sax bim ez ê dev ji doza xwe bernedim."    AWAYÊ HERÎ BERBIÇAV Ê NÊRÎNA DEWLETÊ YA LI KURDAN   Parêzerê malbata Kaymaz Erdal Kûzû, diyar kir ku li Tirkiyeyê di hemû cinayetên bi destê esker, polîs an jî cerdevanan tên kirin de heman polîtîkaya bêcezatiyê dikeve dewrê û got: "Lewma Tirkiye hem ji bo zarokan hem jî ji bo mezinan ne welatekî ewle ye. Beriya Ûgûr hin zarokên din jî hatibûn kuştin û piştî wî jî hatin kuştin. Di nav van zarokan de yê herî tê naskirin Ûgûr e û belkî jî delîla herî berbiçav e ji bo şixulandina pergala dewletê. Delîla herî berbiçav a pêkanîna polîtîkaya bêcezatiyê. Delîla herî berbiçav e ku bê kuştina zarokekî 12 salî çawa hatiye rewakirin. Delîla herî berbiçav e ku bê hêzên dewletê çawa hatine parastin û belkî jî delîla herî berbiçav a nêrîna dewletê ya li kurdan û zarokên wan e."    WELATÊ ZAROKÊN TÊN KUŞTIN   Kûzû destnîşan kir ku Tirkiye welatê zarokên tên kuştin e û got: "Hin jê bi guleyên qanûnî yên dewletê jiyana xwe ji dest dane, hin jê bi teqemeniyan. Fatma Erkan, Seyhan Aydin, Nedîm Akyon, Davût Altûnkaynak, Ceylan Onkol, Nîhat Kazanhan, Mazlûm Tûran, Enes Ata, Îbrahim Aras û gelekên din. Gava em li vana hemûyan mêze dikin, em heman polîtîkayê dibînin. Ev bi taybetî li erdnîgariya kurdan polîtîkayeke bizanebûnî ye ku bi hinceta 'ewlehiyê' tê kirin."    NE CEZA XELAT   Kûzû, bal kişand ser mirina ji ber wesayîtên zirxî jî û got: "Wesayîtên zirxî yên li nav bajaran tên şixulandin jî daxilî nav van çekên heyî bûne. Li herêmê bi taybetî di kuştina zarokan de, çekên nû yên tên bikaranîn wesayîtên zirxî ne û ev jî bi polîtîkaya bêcezatiyê didomin. Ev mirin bgerê wekî 'xweparastinê' dihatin nîşandan, lê niha wekî 'qeza' an jî 'şaşî' tên nîşandan û bi vî awayî tên fihêtkirin. Kiryar ji dêvla ku bên darizandin û cezakirin, tên xelatkirin. Ji bo pêşî li ber vê bê girtin dewlet divê dev ji refleksa parastina hêzên xwe berde û pêşî ewlehiya gel esas bigire."    MA / Ahmet Kanbal