Ûgûr Kaymaz hat bibîranîn 2021-11-21 14:37:43   MÊRDÎN - Ûgûr Kaymaz ê 12 salî ku li navçeya Qoserê bi 13 guleyan hat kuştin û bavê xwe Ahmet Kaymaz, li ser gora xwe hatin bibîranîn.    Di 21'ê mijdara 2004'an de li navçeya Qoser a Mêrdînê, polisan êrişî Ûgûr Kaymaz (12) û bavê wî Ahmet Kaymaz kir. Polisan di êrişê de 13 gule li Kaymaz reşandin û bi bavê wî re ew kuştin. Ûgûr Kaymaz û bavê xwe di salvegera kuştina xwe de li ser gorên xwe yên li Goristana Taxa Ataturkê hatin bibîranîn. Endam û rêveberên HDP û DBP'ê yên navçe û bajar ên Mêrdînê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û endam û rêveberên (MEBYA-DER) tevlî bîranînê bûn.    Di bîranîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir de Hevseroka HDP'a Mêrdînê Salîh Kûday axivî û diyar kir ku bi derxistina holê ya faîlan û cezakirina wan dikare pêşî li cînayetên zarokan bê girtin. Kûday, bi lêv kir ku li erdnîgariya kurd lê dijîn zarok bi maşîneyên zirxî tên kuştin û wiha got: "Her tişt ji zarokên kurdan re rewa tê dîtin. Zarok dibe, ciwan dibe, extiyar dibe, kî dibe bila bibe dema ku kurd tê kuştin tu dozger û dadgeh li duh vê nakevin. Ji ber vê em dibêjin ku bila faîlên Ahmet Kaymaz û Ûgûr Kaymaz bên cezakirin."   Bîranîn bi xwendina diayan bi dawî bû.