Li Girtîgeha Sîlîvriyê gardiyanan li girtiyan dan 2021-11-21 15:35:48   COLEMÊRG - Li Girtîgeha Hejmar 2 Tîpa L a Sîlîvriyê, gardiyanan bi ser qawişan de girt û li girtiyan dan.    Mikaîl Tore ku di sala 2016'an de li Stenbolê bi angaşta "piştgiriya rêxistinê" hatibû girtin û li Girtîgeha Hejmar 2 Tîpa L a Sîlîvriyê tê ragirtin, di axaftina bi telefonê ya bi malbata xwe re kir de binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihand. Tore, diyar kir ku çend hefte ne gardiyan di nîvê şevê de bi ser qawişên wan de digirin û jimartinê li wan ferz dikin û li wan didin.    JIMARTINA BI ŞEV   Tore, ji malbata xwe re diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan wan bi serdegirtinen bi şev û cezayên hucreyan didome û ev tişt got: "Rêveberiya giertîgehê 3 hefteyên dawîn her cure zextê li girtiyên siyasî dikin û li me didin. Me denaxin hewadariyê., Destûr nadin em werzîşê bikin û cezayê hecreyê li me tê birîn. 20 gardiyan nîvê şevê bi ser qawişan de digirin, qawişên ji hev dixin û pihînan li deriyan didin. Bi dengê bilind hejmartinê digirin. Pirtûkêm em dixwînîn qedexe kirine, li qawişan av, tiştên vexwarinê û îskanan nehiştine. Hevdîtinên girtî hatine qedexekirin. Li qantînê dema em tiştan dixwazin davêjin ber me."   Malbat Tore, li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bang li raya giştî, rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî kirin.