Ne budçeya tenduristiyê budçeya rantê ye 2021-11-22 09:06:04 ENQERE - Serokê Giştî yê SES'ê Husnu Yildirim, diyar kir ku budçeya Wezareta Tenduristiyê ne tenduristiya gel rastê esas digire. Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Denîz Erdogdû jî ev tişt got: "Kedkarên tenduristiyê çerxa pergala tenduristiyê digerînin lê para xwe jê baş nagirin."    Li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê, hevdîtinên li ser Budçeya Navendî ya Sala 2022'an ku di 26'ê cotmehê de dest pê kirin didomin. Hevdîtinên ku di wan de budçeyên wezaret û saziyan diyar bibin wê di 26'ê mijdarê de temam bibin. Budçeya Sala 2022'an ku ji aliyê Desthilata AKP'ê ve 20 caran hat amadekirin bi qasî trilyonek û 751 milyar TL hatiye hesapkirin. Ji bo Budçeya Wezareta Tenduristiyê ku wê di 25'ê mijdarê de hevdîtinên li serê dest pê bikin jî 121 milyar hatiye veqetandin.    Hevserokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Civakî (SES) Hûsnî Yildirim û Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Doç. Dr. Denîz Erdogandu têkildarî mijarê axivîn û nirxandin kirin.   DIVÊ DERKEVE JI SEDÎ 10'AN    Hevserokê Giştî yê SES'ê Husnî Yildirim, diyar kir ku weke salên borî Wezareta Tenduristiyê di budçeya xwe ya sala 2022'an de li şûna xizmetên tenduristiyê yên parêzger li ser bingeha xizmetên tenduristiyê yên tedawîkirinê butçeyek amade kiriye. Yildirim, da zanîn ku ku mîqdareke mezin a budçeyê ji Nexweşxaneyên Bajar re hatiye veqetandin û li şûna gel esas bê girtin rant esas hatiye girtin. Yildirim, destnîşan kir ku divê budçeya Wezareta Tenduristiyê di nava budçeya giştî de herî kêm ji sedî 10 bê zêdekirin.   BUDCEYEKE MIROVANE   Yildirim, got ku divê li gorî pêvajoya pandemiyê budçe bê amadekirin û ev tişt anî ziman: "Em budçeyeke ku ji sedî 10'an derbas bike û xizmetên tenduristiyê esas bigire daxwaz dikin. Tevî ku kedkarên tenduristiyê dema pandemiyê bi fedakarî xebitîn jî Wezareta Tenduristiyê pere neda wan. Ji bo vê jî divê zêdebûneke ku pêwistiyên wan bibersivîne ji bo mûçeyê kedkarên tenduristiyê bê kirin. Lewre ji ber ku em îro rastiyên aboriyê dibînin, em dibînin ku mûçeyê kedkarekî tenduristiyê di binî pîvanên jiyanê yên kêmtirîn de ye û budçeyeke ku bi qasî mirovane bijî nîne."   NÊRÎNA DESTHILATÊ LI HOLÊ YE   Di berdewamê de Yildirim, destnîşan kir ku divê pergala performansê ya li ser kedkarên tenduristiyê di zûtirîn demê de bê rakirin û bal kişand ser kêmbûna mûçeyê ku kedkarên tenduristiyê bi performansê digirin. Yildirim, anî ziman ku polîtîkayên budçeyê yên hikûmetê mîna gelek beşan li ser şer e û ev tişt got: "Dema mirov li budçeya Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) dinêre dibîne ku budçeyeke gelek zêde ye. Tenê dema mirov li vê binêre aşkera ye ku hikûmeta AKP'ê di warê afirandina budçeyê de xwedî çi nêrînê ye. Aşkera ye ku budçeyeke ji bo şer û rantê ye û xwe naspêre mirovan."   WÊ FÎRE BIDE   Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Doç. Dr. Denîz Erdogdû jî diyar kir ku budçe pêvajoya pandemiyê nahewîne û wiha got: "Ji bo şewbê divê Navendên Tenduristiyê yên Malbatê (ASM) bên xurtkirin û ji bo kedkarên tenduristiyê budçeyeke têrker bê veqetandin. Lê belê ji van tu tişt nehatiye kirin. Em dibînin ku budçeyên Serokatiya Diyanetê û MSB'ê hatine zêdekirin. Lê budçeya Wezareta Tenduristiyê îsal qels maye. Her wiha ji 4'an 3'yê budçeya Wezareta Tenduristiyê ji xizmetên tedawîkirinê re hatiye veqetandin. Ev jî weke 22 milyar TL piranî ji 13 Nexweşxaneyên Bajêr re hatiye veqetandin. Dê pênc Nexweşxaneyên din ên Bajar bihên vekirin û pareyên xwedîyên wan ên wek kirê û xercên xizmetguzarîyê jî bên dayîn. Ev pere dê bi dolaran bên dayîn. Dolar jî 10 TL derbas kiriye. Di vî warî de jî wê budçeya tenduristiyê fîre bide."   PAR NAGIRIN   Erdogdû, destnîşan kir ku budçe ji bo sermayeyê  û ev tişt got: "Em dibînin ku ne raya giştî li ber çavan tê girtin, ne jî kedkarên tenduristiyê tên hesibandin. Xebatkarên tenduristiyê bi hilberandina kedê li nexweşxaneyan sermayeya veberhênanê çêdikin. Gelek tiştên wekî razemenî û tamîrkirina nexweşxaneyê ji hêla sermayeya veberhênanê ve tên xerckirin. Xebatkarên tenduristiyê vê pergalê bi rê ve dibin lê jê par nagirin. Pêkanîna performansê pêkanîneke şaş e, divê ev pêkanîn bê rakirin û heqdesteke tenê ji xebatkaran re bê dayîn."