Sercerdevanê ku Çelîk kuşt gef li malbata wî jî xwariye 2021-11-22 13:03:48   MÊRDÎN - Sercerdevan Şîrîn Akçay ê ku li Midyadê Mazlum Çelîk kuştibû bi tevî 2 birayên xwe ve hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku piştî bûyerê cerdevanan malbatê tehdît kirine.    Li gundê Meskenê yê bi ser navçeya Midyada Mêrdînê ve duh sercerdevanê keya Şîrîn Akçay û birayên xwe Veysî û Mahsum bi sîlehan êrişî Mazlum Çelîk (28) kirin û di encama êrişî de jiyana xwe dest da. Malbatê cenazeye lawê xwe ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Malbat li ber nexweşxaneyê li benda wergirtina cenaze ye.    Hat zanîn ku piştî êrişê Şîrîn Akçay û birayên wî Veysî û Mahsum Akçay hatin binçavkirin. Piştî karên li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Midyadê 3 kesên hatin binçavkirin sewqî Edliyeya Midyadê hatin kirin.   BI ÇEKAN XELKÊ TEHDÎT DIKIN    Birayê mezin ê Mazlûm Çelîk Îdrîs Çelîk ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku dema birayê wî pereyê heqê xwe xwestiye di navbera wan de nîqaş derketiye û pişt re jî çêrî birayê wî kirine û gule li birayê wî reşandine. Çelîk anî ziman ku dewletê bi dayîna çekan malbata Akçay di nava gund de hişt û diyar kir ku ew li gund cerdevan in û bi çekan gel tehdît dikin. Çelîk anî ziman ku cerdevanan birayê wî qetil kirine û wiha got: “Cerdevanan bi çeka dewletê êrişî birayê min kirin û qetil kirin. Maf û edalet tune. Em ji bo mafên xwe têdikoşin.” Çelîk diyar kir ku dê cenaze li gund veşêrin û derdora gund ji aliyê cendirmeyan ve hatiye dorpêçkirin û got: “Çi dibe bila bibe em ê cenazeyê xwe bibin gund û defin bikin. Heger astengiyan derxin, em ê dîsa cenaze bibin gund. Em ê cenazeyê xwe li erdê nehêlin."   GEF LI MALBATÊ XWARIN E    Xizmê Mazlûm Çelîk ê hatiye qetilkirin jî diyar kir ku piştî kuştina Çelîk cerdevan û birayên wî çûne mala malbatê û tehdît kirine. Xizmê Çelîk diyar kir ku Akçay û xizmên wî bi nasnameya xwe ya cerdevaniyê zilm li gundiyan kirine û diyar kir ku heke çeka cerdevanên li gund neyên girtin dê gundî bi pirsgirêkên din re rûbi û bimînin.   BI ÇEKAN GEFAN DIXWE    Korucubaşi Şîrîn Akçay bi vîdeoyên ku li ser medyaya dîjîtal parve kirine de kesek ku tê naskirinê ye. Akçay ê ku vîdeoyên bi gulebarana bêserûber berdide parve kiriye û di hin vîdyoyên xwe de jî gefan dixwe.   MA / Ahmet Kanbal