Cezayê hefsê li Rojnamevan Nûrcan Yalçin hat birîn 2021-11-22 14:14:45   AMED - Di danişîna doza rojnamevan Nûrcan Yalçin lê dihat darizandin de 3 sal û 7 meh û 22 roj cezayê hefsê lê hat birîn.    Danişîna 6’emîn a doza ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” di çarçoveya lêpirsîna Komeleya Jinan a Rosayê de derbarê rojnamevan Nûrcan Yalçin de hatibû vekirin, li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran Amedê hat dîtin. Di danişîna ku Yalçin tevlînebûyî de, parêzerê wê Resûl Tamûr amade bû.    Dozgerê Komarê bi mutalaya xwe ya pêşkeşî dadgehê kir xwest ku Yalçin ji “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” were cezakirin.    ÎTÎRAZÎ MUTALAYÊ KIR   Parêzer Resûl Tamûr ê li dijî mutalaya dozger parastin kir, diyar kir ku ji ber derbarê muwekîla wî de lêpirsîneke rasterast heye, mutalaya dozgeriyê qebûl nakin.  Tamûr, dazanîn ku ji ber di lêgerîna li Komeleya Jinan a Rosayê de belgeyeke endamtiyê ya li ser navê muwekîla wî hatiye dîtin, derbarê muwekîla wî de lêpirsîn hatiye vekirin û wiha got: “Li vir muwekîl endametiya komeleyê ya hiqûqî bi kar aniye. Ev mafê qanûnî weke sûc tê dîtin. Muwekîl rojnamevan e. Ji destpêka lêpirsînê ve ji bo şîrketa produksiyonê dixebite, weşana kasetan amade dike. Ji ber vê yekê tiştekî ku bibe sûc tune ye.” Prz. Tamûr, xwest ku dadgeh van berçav bigire û daxwaza beraeta muwekîla xwe kir.    CEZAYÊ HEFSÊ LÊ BIRÎN   Piştî wergirtina daxwazan, şandeya dadgehê navberek kurt da danişînê û pişt re biryara xwe aşkera kir. Şandeyê bi sûcê “bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê” 2 sal û mehek ji “propagandaya rêxistinê” salek û 6 meh û 22 roj, bi komî 3 sal û 7 meh û 22 roj cezayê hefsê li Yalçin birî.    Şandeya dadgehê ceza taloqkir û derbarê Yalçin de cezayê qedexeya derketina derve jî birî.