Li Çiyayê Bagokê wênekêş hatin bicihkirin 2021-11-22 15:51:48   MÊRDÎN - Hat ragihandin ku di operasyona eskerî ya li Çiyayê Bagokê hatiye destpêkirin de, wênekêş hatine bicihkirin.    Hat ragihandin ku operasyona eskerî ku di 18’ê Mijdarê de li Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê hatiye destpêkirin didome. Hat diyarkirin ku di çarçoveya operasyona hatiye destpêkirin de esker û polîsên tîmên taybet li herêmê lêgerînan dikin.    Hat hînbûn ku ji xeynî lêgerînên li herêmê û li şikeftan, esker û polîsan li cihên stratejîk ên herêmê wênekêş bi cih kirine. Li aliyê din ji çavkaniyên fermî têkildarî operasyona ku 4 roj in didome, tu daxuyanî nehat dayîn.