‘Divê em ji her wextî bêtir xwedî li kurdî derkevin' 2021-11-23 09:06:21   ŞIRNEX- Rêvebirê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê Bahadîn Robar, bal kişand ser astengiyên li ber ziman û çanda kurdî û got: "Divê em ji her wextî bêtir xwedî li zimanê xwe derkevin."    Qedexe û astengiyên li ber çand û zimanê kurdî her diçe zêdetir dibin. Herî dawî konserên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) û konsera hunermend Mem Ararat hatin astengkirin. Li girtîgehan jî pirtûkên kurdî yên bi bandroda Wezareta Çand û Turîzmê bi hinceta "qedexe" ne tên desteserkirin. Rêvebirê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê nivîskar Bahadîn Robar destnîşan kir ku ev qedexe veguherîne polîtîkayeke dewletê.    'DIJMINÊ ZIMANÊ KURDÎ NE'   Robar, da zanîn ku pirtûka wî ya bi navê Antolojiya Dengbêjên Botanê ji aliyê îdareya Girtîgeha Bandirmayê ya Jimare 2'yan a Tîpa T'yê ve bi hinceta "ewlehî û asayîşa civakêx era dike" hatiey desteserkirin û got: "Naveroka vê pirtûkê tenê li ser çanda dengbêjiyê û dengbêjan e. Behsa çîroka jiyana 70 dengbêjin botanî dike. Di destpêka pirtûkê de jî tenê agahiyên derheqê çanda dengbêjtiyê de hene. Yanî berhemeke bi temamî wêjeyî ye." Robar, diyar kir ku gava vê pirtûkê çap kirine jî ji rayedaran destûr girtine û tiştên niha li hemberî kurdî tên kirin jî ji dijminatiyê pêvtir ne tu tişt in.    POLÎTÎJAYÊN DURÛ   Robar, destnîşan kir ku saziyên kurdan jî bi astengiyan re rû bi rû ne. Robar, gotinên Erdogan ku di 27'ê Tebaxa 2014'an de gotibûn "Wezareta me ya Çand û Turîzmê berhema Mem û Zîn a Ehmedê Xanî bi awayekî pir xweş bi kurdî û tirkî çap kir. Niha jî em bi destê wezareta xwe dîwana alimekî hêja yê ji Wanê Feqiyê Teyran çap dikin. EM vê dikin" bibîr xistin û got: "Erdogan û hin siyasetmedar dem bi dem ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî peyvên bi kurdî bi kar tînin. Vê ji bo civakê bixapînin dikin. Ji aliyekî ve pirtûkên Ehmedê Xanî çap kirin, ji aliyekî ve jî gava em peyveke Ehmedê Xanî bilêv dikin me didarizînin. Ev durûtî ye."    Robar bibîr xist ku li Tirkiyeyê bi astengkirina zimanê kurdî re hem hiqûqa navneteweyî hem jî hiqûqa li Tirkiyeyê tê binpêkirin û got: "Ev têkildarî polîtîkayên dewletê ne. Lê halî hazir hikûmeta heyî dijminatiya kurdan dike û lewma hemû tiştên têkildarî kurdî tên qedexekirin."    BANGAWAZÎ   Robar ji bo van qedexe û zextan bang li rewşenbîrên kurd û gelê kurd kir û got: "Armanca hikûmet û dewletê asîmlekirina gelê kurd e. Ger em zimanê xwe ji bîr bikin em ê bibin xerîbê xwe. Em ê bibin xerîbê çand, ax û dîroka xwe. Piştî wextekê em ê bibin dijminê xwe. Lewma divê em li her derî bi zimanê xwe biaxivin û ji her wextî bêtir xwedî lê derkevin. Divê em zimanê xwe rê zarokên xwe bibin û berbelav bikin."