Malbatên di Nobeda Edaletê de: Heya bêedaletî bi dawî nebe em ê li vir bin 2021-11-23 09:15:19 AMED - Li Amedê malbatên ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayên wan qediyane û nayên berdan "Nobeda Edaletê" dan destpêkirin, destnîşan kirin ku "heya ev bêedaletî bi dawî nebe" dê çalakiya wan bidome.  Li Amedê "Nobeda Edaletê" ya xizmên girtiyan di roja 8'an de ye. Daxwaza çalakiya "Nobeda Edaletê" ya li avahiya BAroya Amedê tê lidarxistin, berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyane lê nayên berdin.    Hakki Boltan û Reşahat Ada ku ji roja ewil de di çalakiya "Nobeda Edaletê" de ne, ji bo çalakiya wan mezin bibe û zû encam bigire bang li malbatên girtiyan û rêxistinên civaka sivîl kirin.    Hakki Boltan ku kurê wî Civan Boltan di Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê deye, destekî wî tune ye, çavekî wî êdî namîne û perçeyê şarapnelê di mejiyê wî de ye, armanca destpêkirina "Nobeda Edaletê" bi van gotinan anî ziman: "Edalet, bi wateya xwe ya berfireh, têgiheke girîng e. Li welatan, li malan, ji bo kesan pir girîng e. Bandorê li jiyanê dike. Îjar di vê çarçoveyê de pêşî me li nav mala xwe doza edaletê kir, lê me dît ku li malê tu bandora vê daxwaziyê tune ye û eks dengê me nabihîse. Gava deng neyê bihîstin, kes piştevaniyê jî nake. Em û êşa xwe dimînin. Ji ber ku bangên me yên li malê bêbandor bûn û ev bêedaletî zirarê dide malbatên me, me xwest em li derî malê dengê xwe ragihînin da dengê me bigihê tevahiya civakê."    Boltan, bilêv kir ku ji bo vê jî wan Baroya Amedê tercih kiriye û got: "Baro, pêşengiya edaletê dike. Baro, cihê edaletê ye. Em hatin Baroyê û me xwest em vê daxwaza xwe bi rêya baroyê ragihînin civakê. Lewma em dixwazin baro jî ji bo mafên me yên hiqûqî û demokratîk tevbigere."   BIRYARA DMME'YÊ   Boltan, hem bal kişand ser rewşa tenduristiya kurê xwe Civan Boltan hem jî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan. Boltan, destnîşan kir ku meseleya girtiyên nexweş, meseleya herî sereke ya girtîgehan e û wiha domand: "Kurê min nexweş e. Destekî wî tune ye, çavekî wî tune ye, perçeyê şarapnelê di mejiyê wî de ye, nexweşîna pixtîbûna xwînê pê re heye. Nikare li cihên cemidî bimîne. Cihên sar bandorek nebeşa li dilê wî û laşê wî dikin. Ev tenê ne ji bo kurê min wisa ye, ji bo bi hezaran girtiyên wekî wî wiha ye. Lewma tiştên ji bo kurê xwe dixwazim ji bo hemûyan dixwazim. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di şexsê Civan de îmze danî bin biryareke girîng. Em dixwazin Tirkiye vê biryarê pêk bîne. Ger ev biryar pêk neyê, em ê ji bêgavî li benda cenazeyê kurê min bisekinin."    ‘BILA QANÛN PÊK BÊN'   Her wiha Boltan bal kişand ser rewşa girtiyên ku cezayê xwe temam kirine lê nayên berdan jî û got: "Dibe ku ev sibê ji bo kurê min û her kesî jî pêk bê. 20-30 salan di girtîgehan de dimînin, lê radibin înfaza wan dişewitînin. Înfaza ceza li gor hiqûqa Tirkiyeyê û qanûnên wê nayên pêkanîn. Daxwazek me jî ev înfaza cezayan li gor qanûnên heyî pêk bê."    Boltan, destnîşan kir ku dê Nobeda Edaletê ya ku ji bo zarokên xwe dane destpêkirin heya dawiyê bidomînin û ji bo mezinkirina çalakiyê û ragihandina dengên girtiyan bang li hemû malbatên girtiyan û rêxistinên civaka sivîl kir.    PÊKANÎNA HIQÛQÊ   Reşahat Ada jî ku birayê wê Hamdûsena Ada yê di Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê de û nexweşîna qelb pê re heye got: "Sedema rûniştina me ya li vira, daxwaza me ya ji bo pêkanînan hiqûq û edaletê ye."    Ada, destnîşan kir ku li hemberî girtiyan zextine pir dihwar û binpêkirine mezin ên mafan hene û got: "Em van zextan û vê tahdeyê qebûl nakin. Heya dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li ser rêça zarokên xwe bin. Divê girtiyên nexweş li nexweşxaneyan bên dermankirin, girtiyên cezayên xwe temam kirine bên berdan. Ên cezayên xwe diqedînin û gava tên berdan piştî du sê rojan dimirin. Em vê yekê qebûl nakin. Ger cezayên wan qediya be, divê bên berdan."    Ada, bilêv kir ku bi vîna xwe hatine vira ji bo xwedî li xizmên xwe yên girtî derkevin û li benda piştevanî û alîkariya her kesî ne."    MA / Omer Çelîk