Parêzerê Gurban: Ji bo Ocalan sûd wernegire biryara binpêkirinê pêk naynin 2021-11-23 10:27:35   STENBOL - Parêzer Mehmet Erbîl derbarê muwekîlê xwe yê girtî Emîn Gurban de binpêkirina biryara DMME’ê ya bi cih neanîn de got: "Ji bo Ocalan sûdê negire biryar nayên bicihanîn."   Emîn Gurban ê li Girtîgeha Kandiraya Kocaeliyê ya Tîpa F girtî ye 13'ê hezîrana 2001'an de ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ve cezayê darvekirinê lê hat birîn. Biryara derbarê Gurban ê ku dema girtîbûna wê nêzî 25 sal in, sewqî Dadgeha Bilind hat kirin. 9'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind bi dîtina kêmasiyên prosedurê biryar betal kir. Di roja ku biryar hat betalkirin de cezayê darvekirinê hat betalkirin û di rûniştina dozê de cezayê muebetê yê giran li Gurban hat dayîn.   JI DMME’YÊ BIRYARA BINPÊKIRINÊ    Parêzerê Gurban, Mehmet Erbîl biryara ku ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, bir Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). DMME'yê di biryara xwe ya 15'ê Kanûna 2015'an de biryar da ku ev xala 3'yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ku muameleya xerab û îşkenceyê qedexe dike, binpê dike. Lê belê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind tê girtin û girtiyên bi navê Hayatî Kaytan û Civan Boltan, şert û mercên biryarê nehatin bicihanîn.    Piştî ku biryarên hem ji bo Gurban û hem jî ji bo Ocalan, Kaytan û Boltan nehatin bi cih anîn, rêxistinên hiqûqî û mafparêz ketin tevgerê. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (AKBK) dan ku çavdêriya biryarên ku ji hêla DMME’yê ve têne girtin.    BERSIVA JI BO GURBAN    Komîteyê di civîna ku dê di navbera 30'ê Mijdarê û 2'ê Kanûnê de pêk were de biryar da ku mijarê bike rojeva xwe. Tirkiyeyê derbarê serlêdanên xwe yên di çarçoveya "mafê hêviyê" de 2 teblîx ji komîsyonê re kirin. Tirkiyeyê jî derbarê serlêdana parêzerê Gurban de agahî da.    Tirkiyê di danezana xwe ya yekem de, guh neda tesbît û pêşniyarên di derbarê “pêkhatina mafê hêviyê” û “guhertinên qanûnî yên li ser rejîma îdamkirina cezayê heta hetayê yê giran.” Tirkiye di daxuyaniya xwe ya duyemîn a bi sernavê "Plana Çalakiyê" de diyar kir ku mafê Ocalan û girtiyên din ên "berdana bi şert" nîne û pêkanînên "hiqûqa taybet" ên li Îmraliyê qebûl kir.   Di daxuyaniya xwe ya dawî ya li ser Gurban de, Tirkiye bi dûbarekirina mijarên bi vî rengî, îşaret bi "Plana Çalakiyê" ya ku di daxuyaniya xwe ya duyemîn de pêşkêş kiribû, kir.    Parêzer Mehmet Erbîl pêvajoya piştî girtina Gurban, serlêdana li Komîteyê û bersiva Tirkiyeyê nirxand.    AYM LI BENDA ÇI YE?   Erbîl bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye di derbarê biryara binpêkirinê ya ji aliyê DMME’yê ve hatiye dayîn de tu gav neavêtiye û got: “Tişta ku divê bê kirin guhertina qanûnên hiqûqî yên li gorî biryarên DMME’yê û avakirina mekanîzmayeke nû ya ji bo serbestberdana bi şert e.” Erbîl diyar kir ku piştî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dane, lê biryara redkirinê wergirtiye. Erbîl da zanîn ku ji ber ku Dadgeha Destûra Bingehîn nikare biryarek ji biryara DMME’yê cudatir bide, dosyayên bi vî rengî yan jî heman bi qestî tên girtin.    SERLÊDANA GURBAN    Erbîl bal kişand ser serlêdana ji bo Ocalan, Kaytan, Boltan û muwekîlê wî Gurban û got: "Min jî li gorî xala 9.1'ê serlêdana komîsyonê ragihand û diyar kir ku di hiqûqa navxweyî de di hewldanên me de tu encam bi dest nexistine. Hikûmeta Tirkiyeyê daxwazên biryarên DMME’yê pêk neaniye û binpêkirin berdewam dike, serlêdana min a ku li gorî xala 9.1’ê hatiye kirin, ji hikûmetê re ragihand. Rêxistinên hikûmî di 29’ê cotmehê de gotibûn, ‘Dibe ku mehkûmên ku cezayê muebbetê yê giran li wan hatiye birîn, wek qaîde ji serbestberdana şert û mercî sûdê werdigirin, lê bi awayekî awarte hin sûc tên kirin. Wî jî bersiv da ku ew ji vê îhtîmalê efû ye."   TIRKIYE LI BENDA ÇI YE?   Erbîl da zanîn ku Tirkiyê derbarê biryarên binpêkirina DMME’yê de tiştek negot. Erbîl got: “Em li bendê ne ku Komîte ji bo cîbicîkirina biryarên DMME’yê daxwaznameyên me û bersivên hikûmetê di civîna xwe ya yekem de bixe rojeva xwe û li ber çavan bigire. Hişyariyên cidîtir bide. Heke wiha nebe, dibe ku Tirkiye bi gelek ambargoyan re rûbirû bimîne, di serî de derxistina wê ji Konseya Ewropayê (KE) were derxistin.”    ‘JI BO KU OCALAN JÊ SÛDÊ WERNEGIRE’    Erbîl jî bertek nîşanî wê yekê da ku Komîteyê piştî navbereke 6 salan vê mijarê bîne rojevê û wiha got: "Ji ber ku divê biryarên DMME’yê demildest bên tetbîqkirin. Li gorî min destwerdana di wextê xwe de nebû sedema gelek nerazîbûnan û hikûmeta Tirk teşwîq kir ku biryarên DMME'yê pêk neyne."   Erbil diyar kir ku girtiyên di heman rewşa muwekîlê wî de jî bi heman binpêkirinan re rûbirû dimînin. Erbîl derbarê ku li ser sedema ku biryara binpêkirinê ya derbarê muwekîlê wî de pêk nehat jî wiha got: "Sedema sereke Ocalan e. Ji ber ku eger biryara binpêkirinê pêk were dê ev rewş bandorê li ser Ocalan jî bike. Ji bo vê jî zexteke siyasî ya gelekî giran heye. Ji bo ku Ocalan jê sûdê wernegire biryarê bi cih nayê.”    MA / Mehmet Aslan