Ji bo Ocalan serlêdana "hevdîtina lezgîn" hat kirin 2021-11-23 10:50:41 STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrinê, bi daxwaza ku bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 8 meh in agahî jê nagirin û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re 'hevdîtina lezgîn" bikin serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan.    Buroya Hiqûqê ya Asrinê, bi daxwaza ku bi muwekîlên xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin şertên tecrîdê de tê girtin û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re 'hedîtina lezgîn" bikin serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan. Parêzeran, di serlêdana xwe de destnîşan kirin ku 8 meh in agahî ji muwekîlên xwe Ocalan û her sê girtiyên din nagirin û derbarê jiyan, rewşa tenduristiyê, şertên girtinê, rewşa hiqûqî û tevdîrên mîna pandemiyê de ne xwedî tu agahiyê ne. Parêzeran, ji dadgeriye daxwaz kir ku "dawî li agahî negirtinê" bîne û hevdîtina bi muwekîlên wan re pêk bîne.    8 MEH IN AGAHÎ NAYÊ GIRTIN   Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan, ji 15'ê Sibata 1999'an ve ku bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin ve li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin şertên tecrîdê de tê girtin. Ji sala 1999'an heta 2019'an hevdîtina Ocalan a bi parêzer û malbata wî re bi hincetên "muxalefeta hewayê" , "xerabebûna keştiyê" , "xerabebûna dolmîşê" timik hat astengkirin. Ji bo serlêdanên ku piştî sala 2019'an hatine kirin jî ne erênî ne jî neyînî bersiv nahetiye û nayê dayîn.    QEDEXEYA NEXŞERÊ   Di 23’yê Îlona 2020'an de, bi hinceta “Nexşerêya" Ocalan ku di sala 2009’an de weke pêveka parastina xwe ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şand, ji bo 6 mehan biryara qedexeya parêzeran dabûn Ocalan û 3 girtiyên gel wî. Ligel ku qedexeya hevdîtinê di 23’yê adarê de qediya jî ji serlêdanên parêzeran re ne erênî ne neyînî bersiv nayê dayîn. Dîsa bi serlêdana parêzeran a di Çileya 2021'an re, derketibû holê ku cezayek dîsîplînê yê nû dane Ocalan. Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’ê Gulan, 12-18’ê Hezîran û 7’ Tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn.   HEVDÎTINA DAWÎN   Herî dawî ji ber îdiayên li ser hesabên medya civakî yên derbarê Ocalan de fikarên raya giştî mezin bûbûn û di 25’ê adarê de birayê Ocalan Mehmet Ocalan pê re bi telefonê axivî bû. Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku hevdîtina telefonê di nivî de hatiye birîn. Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F di bin tecrîdeke girankirî de girtî ye cara ewil di 27’ê Nîsana 2020’an bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû.   MA / Ferhat Çelîk