Bulgaristanê agir bi otobuseke rêwiyan ket: 46 kes mirin 2021-11-23 11:40:34   STENBOL - Li Bulgaristanê, agir bi otobuseke rêwiyan ket û hat diyarkirin ku herî kêm 46 kesan jiyana xwe ji dest daye.   Li Bulgaristanê agir bi otobuseke rêwiyan ket û gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên hatine wergirtin, li gundê Bosnek ê bajarê Pernîk ê li rojavayê paytext Sofyayê otobuseke bi plaqeya Makedonyaya Bakur li bariyerên dora rê qelibiye û agir pê ketiye. Hat hînbûn ku otobus duh ji Stenbolê bi rê ketiye û saet di 21.00'an de ketiye Bulgaristanê. Li gorî agahiyên destpêkê di qezayê de 12 jê zarok 46 welatiyên Makedonyaya Bakur jiyana xwe ji dest dane. 7 kesên ku birîndar bûne jî rakirine nexweşxaneyên li Sofyayê.