Danişîna 22 rojnamevanan hat taloqkirin 2021-11-23 12:35:25   STENBOL - Danişîna doza derbarê 22 rojnamevanên ku di serdegirtina Rojnameya Ozgur Gundemê de bi îdiaya "li hemberî erka xwe nekin rabûne” û "heqaretê" de hatibû vekirin, hat taloqkirin.   Danişîna 11'emîn a doza 22 rojnamevanên ku piştî serdegirtina rojnameya Ozgur Gundemê ya sala 2016'an bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, li 5'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê ya Çaglayanê hat dîtin. Di rûniştina ku rojnamevan tevli nebûn de parêzer Sercan Korkmaz, Cemal Polat û Oya Oznur amade bûn.    DOZGER NÊRÎNA XWE DUBARE KIR    Di danişînê de dozger nêrîna xwe dubare kir û xwest rojnamevan bi îdiaya “Ji bo ku polîs wezîfeya xwe neke, li hember wan rabûne” û “heqaret” cezayê girtîgehê li rojnamevanan bê birîn.   Parêzerên ku beraeta rojnamevanan xwestin, ji bo parastina xwe ya li dijî nêrîna dozger dem xwestin.   Dadger daxwaza parêzeran qebûl kir û danişîn taloqî 21'ê kanûnê kir.