Li polîsê ku bi wesayîta zirxî Oner kuşt tenê 4 sal ceza birîn 2021-11-23 15:20:05 AMED - Li polîs Selahattîn Korkmaz ê bi wesayîta zirxî Şahîn Oner (19) kuşt, bi sûcê “biqusûr bûye sedema mirinê” 4 sal û 5 meh û 10 roj cezayê hefsê hat birîn.    Polîs Selahattîn Korkmaz, di 10’ê Sibata 2013’an de, di xwepêşandeneke şermezarkirinê ya li Taxa Şehîtlîk a navçeya Yenîşehîr a Amedê de, bi wesayîta zirxî Şahîn Oner perçiqandibû û bûbû sedema mirina wî. Danişîna doza ku polîs Selahattîn Korkmaz jê tê darizandin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.   Şandeya dadgehê, li bersûc Korkmaz ji sûcê “biqusûr bûye sedema mirinê” 4 sal û 5 meh û 10 roj cezayê hefsê birî.