Îqtidar dixwaze Doza Kobanê bi encam bike 2021-11-24 10:45:00   ENQERE - Tê diyarkirin ku Doza Kobanê ya ku serokê dadgehê hat guhertin û ji bo parastina xwe demek sînordar dan siyasetmedaran, bi planên îqtidarê yên girtina HDP’ê û hilbijartinan heta dawiya salê wê biryar bê dayîn.   Doza 7’emîn a Doza Kobanê ya ku bi hêceta çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an pêk hatin di nav de hevserokên giştî yên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endam û rêveberên wê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar ji vê dozê tên darizandin. Wê di 29'ê mijdarê de danişîna 7’emîn pêk were. Pêvajoya dozê ya ku nêzî 10 meh in dewam dike, biryarên nû yên hatine girtin û destwerdanên îqtidara AKP-MHP’ê yên li dozê ku dosyaya girtina HDP’ê li ber çavan digire, weke nîşaneyên ku wê Doza Kobanê heta dawiya salê bi encam bibe.    ÇOLAK JI WEZÎFEYÊ HAT GIRTIN    Mînaka herî zelal a pêvajoya ku lez daye bidawîbûna dozê, ji kar avêtina serokê dadgehê Bahtiyar Çolak ê ku bi taybet ji Doza Kobanê re hatibû wezîfedarkirin bû. Derket holê ku îfadeyên ku dibêjin Çolak ji ber ku pêşî bi vîrûsa koronayê ketiye neçûye danişînê û pişt re jî emeliyat bûye, rastiyê nîşan nade.    SEROKÊ DADGEHÊ HAT GUHERTIN    Li şûna Çolak ê ku ji aliyê siyasetmedaran ve hat teşhîrkirin û Yildirim Kaya hat wezîfedarkirin.    PÊVAJO HAT BI LEZ Û BEZKIRIN   Piştî ku nîqaşên hilbijartinên pêşwext zêde bûn, tayînkirina Kaya ne tesaduf bû. 5 wekîlên AKP'ê rûniştina yekemîn a ku Kaya bi rayeya Serokê Dadgehê pêk anî temaşe kirin. Balkêş bû mudaxileyên tund ên Kaya yên di vê danişînê de ku hewl da pêvajoyê bi lez bike.    DAXWAZ HATIN REDKIRIN    Kaya piştî bû serokê dadgehê tu daxwaz qebûl nekir. Hemû daxwazên girtiyan ên wekî "Em nikarin hin pêvekên îdianameyê vekin", "Li girtîgehê îmkanên me tune ku em îdianameyên bi vî rengî lêkolîn bikin", "Em ji bo lêkolînkirina îdianameyê dem dixwazin. Pêvek ji bo ku em karibin li ser esasê parastinê bikin, ji ber vê yekê em dixwazin demên danişînê ji nû ve bên sererastkirin" hemû hatin redkirin. Hincetên parêzerên ku ji ber demên darizandinê nikarin bikevin dozên din jî nehatin qebûlkirin.   PLANA BIRYAR DAYÎNÊ    Dadgeha ku ji bo dosyaya girtinê ya li dijî HDP'ê derbikeve hewl dide di zûtirîn demê de Doza Kobanê bi dawî bike, destnîşan kir ku kesên pêşî li parastina xwe negirin, ger ku parastina xwe nekin dê "mafê xwe yê bêdengiyê" bikar bînin. Di danişîna pêş de parastina dosyayên Aynur Aşan û kesên ku lê digeriyan ji hev veqetandin û dosyaya CMK'a 194'an hilda. Bi 3 sedeman plan dike ku di nebûna dozger û parêzeran de biryarê bide. Hat diyarkirin ku dadgeh bêyî ku bikeve nîqaşên derbarê delîlan de dê di demeke kin de biryara xwe eşkere bike.     YÊN KU PARASTINÊN WAN EWIL BI DAWÎ BÛN    Heta niha tenê Ayhan Bilgen, Berfîn Ozgû Kose, Can Memiş, Cîhan Erdal, Bircan Yorulmaz, Gunay Kubilay, Zekî Çelîk, Îbrahîm Bînîcî, Pervîn Oduncu, Ayla Akat Ata, Nezîr Çakan, Emîne Beyza Ûstûn, Alp Altin Şeş, Ayşenörs Yağcı, Sırrı Sureyya Onder, Emine Ayna, Altan Tan, Meryem Adıbelli, Alî Urkut û Nazmî Gur parastinên xwe yên ewil kirin. Lê belê 21 kesên ku parastina xwe kirin, ji ber lêkolînkirina belgeyên tên danişînê xwestin mafê axaftinê bê parastin. Li aliyê din siyasetmedarên din ên girtî û li bendê ne, diyar kirin ku wan hêj îdianame tam lêkolîn nekiriye û ji bo parastina ewil dem xwestin.   JI HEZAR KLASORÎ BIHÛRΠ   Ji xeynî biryarên navberê ên dadgehê, helwesta wî ya li rûniştinan û kiryarên ku li ser dosyayê girtiye nîşan dide ku dê di demek pir kin de biryarê eşkere bike. Dadgeh bêyî agahiya parêzeran 7 rojan û 24 saetan dosyayê dişopîne. Dosyaya ku şopandina wê ne mimkûn bû dema îdianame pêşkêşî dadgehê hat kirin ji 325 dosyayan pêk dihat, di 10 mehên dawî de ev hejmar ji hezarî derbas bû. Parêzeran anî ziman ku ne pêkan e ku parêzer ji hezarî zêdetir dosyayan lêkolîn bikin, xwest ji pisporekî re rapor bê şandin ku lêkolîna ew qas dosyeyan dê çiqas dem bidome. Lê dadgehê ev daxwaz jî red kir.   GIRÊDANÊN SEGBÎS’Ê PÊK NEHATIN    Tê payîn ku dadgeh heta dawiya salê biryarê bide, di nava 10 mehên dawî de gelek daxwaz red kir û gelek mijarên ku pêk neanîne jî hene. Siyasetmedarên ku dihatin darizandin ku ji Stenbolê bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdar bibin, ji ber ku cihekî guncaw tune bû, nikarin beşdarî danişînê bibin. Li gel ku parêzeran di her danişînê de ev yek anîn ziman jî, lê belê li ber tunebûna siyasetmedarên ku nikarin bi SEGBÎS'ê ve bedar bibin jî doz berdewam kir. Dadgehê di biryara xwe ya dawî ya navberê de biryar da ku derbarê daxwaza parêzeran a di vî warî de ji dadgehên pêwendîdar re nameyekê binivîsin.    AXAFTINÊN MECLÎSÊ NEANÎN    Her çiqas parêzeran xwest ku axaftinên siyasetmedaran ên li Meclîsê bînin  li dosyeyê bar bikin jî lê her çiqas ji Meclîsê re hatiye şandin, bêbersiv mane. Hêj bersiv nedane daxwazên parêzeran. Di warê şahidên veşarî çawa hatine dîtin ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hat pirsîn, lê ev jî xisûsek ku nehatiye qebûlkirinê ye.    MA / Zemo Aggoz