Ji bo Rojnameger Acar daxwaza kontrola edlî 2021-11-24 11:19:40   MELETÎ - Rojnameger Emrûllah Acar ku 5 roj in di bin çavan de ye, piştî îfadeyên wî ji aliyê dozgeriyê ve hat girtin bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hat kirin.    Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Emrûllah Acar, di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê ve hatibû destpêkirin de di 19'ê mijdarê de bi angaşta "endamtiya rêxistinê" hatibû binçavkirin. Îfadeyên Acar ên li Miduriyeta Polisan a Meletiyê duh êvarê bi dawî bûbûn û di saetên serê sibehê de sewqî edliyeyê hatibû kirin. Piştî îfadeyên wî ji aliyê dozgeriyê ve hat girtin, bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayê Silhê hat kirin.    SÛCDARIYA LI ACAR   Di îfadeyên li miduriyeta polisan de polisan ji Acar pirsa Bariş Ozcan ku bi ser navê "Sîxurtî li ciwanê HDP'î hat ferzkirin" û "Ciwanê HDP'î ku sîxurtî lê hat ferzkirin ji kar hat derxistin" derbarê wî de nûçe çêkiribûn, kirin. Miajra sûcdariya li Acar qeyda deng a ku Ozcan angaşt dike ya Acar e. Acar, diyar kiriye ku qeyda deng ne ya wî ye.