Endamê HDP'ê ji ber sîxurtî qebûl nekir ji Hewlerê hat derxistin 2021-11-24 12:06:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê HDP'ê yê Hewlerê Hasan Kaçar, ji ber ku sîxûrtiya Asayîşa PDK'ê û MÎT'ê qebûl nekir, bi zarokên xwe re bi darê zorê ji Hewlerê hate derxistin.    Li Herêma Kurdistanê, krîza aborî, siyasî û civakî her ku diçe mezin dibe. Lê tevî vê jî pêkanînên antî demokratîk ên Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) dewam dikin. Yek ji van pêkanîna jî li dijî Endamê Nûnertiya HDP'ê ya Hewlerê Hasan Kaçar pêk hat. Kaçar, ji ber xebatên xwe yên siyasî hatiye girtin û piştî ku 5 salan di girtîgehên Tirkiyeyê de dimîne bi zarokên xwe re derbasî Herêma Kurdistanê dibe. Hat ragihandin ku Kaçar 7 sal in bi zarokên xwe re li Hewlerê dijî û ji ber ku zext û ferzkirina sîxurtiyê ya Asayîşa PDK'ê û MÎT'a Tirk qebûl nekiriye ji aliyê PDK'ê ve bi zarokên xwe re bi darê zorê ji Hewlêrê hatiye derxistin.    'LI MIN SÎXÛRTÎ FERZ KIRIN'    Kaçar, anî ziman ku MÎT û PDK'ê gelek caran sîxûrtî li wî ferz kirine û wiha axivî: "Ez xelkê Colemêrgê me. Ez ji sala 2015'an heta niha li Hewlerê dijîm. Beriya 2015'an 5 salan di girtîgehê de mam. Ez yek ji girtiyê nexweşim. Ez ji ber ku nexweş bûm hatim berdan. Wê demê li ser bangawaziya birêz Abdullah Ocalan li gel çend hevalên ku rewşa wan a tendûristiyê giran bû hatim berdan. Bi rêbazê siyaseteke xapînok dîsa biryarê girtina me dan. Ez jî ji ber vê derbasî başûrê Kurdistanê bûm û li Hewlêrê bi cih bûm. 2 zarokên min hene. Ev 7 sal bûn li Hewlêrê dijiyam. Di van 7 salan de gef û zextên PDK'ê gelek zêde li ser min hebûn. Gelek caran teklîfên sîxûrtiyê li min kirin. Endamên PDK'ê û MÎT'ê ji min re gotin, 'Tu nexweşî, were li gel me bixebite em ê alikariya te bikin û derfetên te yên jiyanî çêbikin' Lê min qebûl nekir û min ev polîtîkaya wan a bêexleqî teşhîr kir."   'EM BI ZORÊ DERXISTIN'    Di berdewamê de Kaçar, da zanîn ku herî dawî asayîşa taxa şêxemerî bi telefonê lê geriya û jê re gotine bi zarokê xwe re here îkematgeha xwe çêbike û ev tişt anîn ziman: "Ez serê sibehê rabûm û ez bi zarokên xwe re çum. Ez çûm îdareyê min pasaport û ewraqên Neteweyên Yekbûyî (NY) da wan. Ji min re gotin, 'Ev ev çawa ewraq in? NY dezgeheke xêrxwaziyê ye, ne dezgeheke navdewletî ye. Nikare mafê rûniştinê bide te. Nabe ku tu bi vê ewraqê li Hewlêrê bijî'. Min ji wan re got, 'Her dizek, revokek û endamê MÎT'ê li Hewlêrê dijî. Em çima nikarin bijîn?' Ji min re gotin, 'Em ê niha çareser bikin' Ez nêzî 2 seatan li wir mam. Piştre bi zorê em siwarî erebeyan kirin û derbasî Silêmaniyê kirin."   'JI BER KU MIN SÎXÛRTÎ QEBÛL NEKIR...'    Kaçar, di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: "Nehiştin ku em kincên zarokê xwe bînin. Niha hewa sar e û zarokên min nikarin li ber vê sarmayê bisekinin. Ez ji vir naçim. Çimkî ev tiştê ku dikin derveyî sincê ye û neheqî ye. Pêwîste ku saziyên navnetewî û yên mafê mirovan bertek nîşanî vê hikûmetê bidin. Me dizî nekiriye. Em ji ber ku nebûne sîxûrê tu kesî derxistin. Em hevkariya AKP'ê û PDK'ê jî baş dizanin. Hikûmeta PDK'ê weke AKP'ê tevdigere. Pêwîste ku ev bê şermezarkirin. Ez niha bi zarokên xwe li vir sekinî me û benda alikariyê ne. Em naçin tu deran û em ê li vir bin."    MA/ Zeynep Dûrgût