Înfaza Savûr ê 30 sal in girtiye cara 2’yemîn hat şewitandin 2021-11-24 12:38:39   AMED - Înfaza Mehmet Savûr ê ku 30 sal in di girtîgehê de ye bi hêceta “ne di rewşeke baş de ye” cara 2’yemîn hat şewitandin.    Girtiyên ku înfazên xwe temam kirine, bi hêceta ku “ne di rewşeke baş de ne” bi guhertina “Qanûna Înfaza Tedbîrên Ceza û Ewlekariyê û Qanûna Guhertina Di Hin Qanûnan de” ku di 1’ê Çileyê de li Meclisê hatibû qebûlkirin û di raya giştî de wekî “Qanûna Înfazê” tê zanîn, nayên berdan. Mehmet Savûr (53) ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3’yan a Şakrana Îzmîrê tê ragirtin jî, bi heman hêcetê nayê berdan.    Savûr ê ku 30 sal in di girtîgehê de ye, diviyabû di 3’yê Tîrmehê de bi Şertê Kontrola Edlî bihata berdan, lê bi hêceta rapora derbarê wî de hatiye amadekirin nehat berdan. Lijneya Çavderiyê bi hêceta “ne di rewşeke baş de ye” rapora xwe ya çavderiyê piştî 6 mehan taloqî 17’ê Kanûna 2021’ê kir.    HÊCET GUHERTINA QAWIŞÊ YE   Lê bele Lijneya Çavdêriyê ya Îdareya Girtîgehê bêyî ku li benda vî demî bisekine, bi hêceta Savûr “ne di rewşeke baş de ye” di 26’ê Cotmehê de raporek amade kir. Di rapora nû de protestokirina guhertina qawişê ya Savûr a di sala 2016’an de û cezagirtina hucreyê weke hêcet hat nîşandan û berdana Savûr cara duyemîn hat redkirin.    HÊCETA BIRYARA BERIYA NIHA   Di rapora ku rêvebiriya Girtîgeha Şakranê, derbarê Savûr de raporek amade kiriye de ev tişt hatibûn gotin: “Guh li pîvanên îdareya girtîgehê nekiriye, piştgiriya psîko-sosyal qebûl nekiriye, ji sala 2017'an ve hevdîtin bi malbata xwe re nekiriye, 20 caran cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn, ketiye çalakiyên greva birçîbûnê, sirûd gotine, dirûşme berz kirine, pirtûkên 'xetere' xwendine, di dema lêgerînê de li ber personelên girtîgehê rabûye, bi zanebûnî hevdîtina şexsî ya ji bo berdana bişert qebûl nekiriye, ji ber sûcê xwe poşman nebûye, di qawîşa PKK'yiyan de dimîne, derbarê binpêkirinên li girtîgehê de name ji derve re nivîsîne.”