Nobeta li Sêmalka di roja 51'an de didome 2021-11-24 13:30:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Nobeta ku Meclisa Dayikên Aştiyê li Deriyê Sînor ê Sêmalka dane destpêkirin di roja 51'an de didome.    Hêzen çekdar ên girêdayî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku di operasyonên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê de cih digirin, di 28-29'ê tebaxê de li herêma Xelîfan kemîn danîbûn pêşiya HPG'iyan. Di kemînê de 5 HPG'iyan jiyana xwe ji dest dabû û yek jê birîndar 2 HPG'î jî ji kemînê birîndar xelas bûbûn. Hêzên PDK'ê cenazeyên HPG'iyan desteser kirine û 88 roj in cenazeyan nadin malbatên wan.    LI SÊMALKA NOBET DI 51'AN DE YE   Malbat ji bajarê Qamişlo yê Qantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo girtina cenazeyên HPG'iyan hatibûn Deriyê Sînor ê Sêmalka û xwestibûn derbasî Herêma Kurdistanê bibin. Malbat li vir ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatibûn astengkirin. Li ser vê astengkirinê Dayikên Aştiyê û malbatên Nesrîn Temîr a YJA STAR'î û Yûsif Îbrahîm ê HPG'î li deriyê sînor kon vedabûn û dest bi nobetê kiribûn. Nobet di roja 50'an de berdewam dike.    SERDANÊN NOBETÊ   Tevahiyê rojê ji bo nobetê serdanên piştgiriyê  tên kirin û meşên girseyî tên lidarxistin. Gelek sazî, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî yên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê serdana nobetê dikin û nobetê dewr digirin. Dayik bi israr in ku heta girtina cezayên zarokên xwe nobeta xwe bidomînin.