Malbata Şenyaşar: Sedemê vê pêvajoya xerab bêedaletî ye 2021-11-24 13:46:40   RIHA - Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne ev peyam parve kir: “Sedemê vê pêvajoya xerab bê edaletî û bêhiqûqî ye.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 261’emîn de didome. Malbata ku ji navçeya Pirsûsê hat, li cihê ku weke “Quncê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê binavkirin nobeta xwe didomîne.    ‘EM JI VÊ PÊVAJOYA XERAB RE BÊJIN BES E’   Ferît Şenyaşar ê têkildarî Nobeta xwe ya Edaletê de axivî wiha got: “Em weke welat di rojên gelek zor û zehmet de derbas dibin. Sedemê vê pêvajoya xerab bê edaletî û bêhiqûqî ye. Kesên ku edalet û hiqûq ji holê rakirin, mehkum in ku ew jî ji holê rabin. Me duh rojeke xerab derbas kir. Heke wisa berdewam bike, rojên xerabtir di pêşiya me de ne. Ji kerema xwe em weke civak ji vê pêvajoya xerab re bêjin bes e.”