Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan di roja 9'an de ye 2021-11-24 13:47:38   AMED - Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin, ji bo balê bikişînin ser rewşa wan li Baroya Amedê dan destpêkirin, di roja 9'an de berdewam dike.    Malbatên girtiyan, bi armanca ku girtiyên nexweş, girtiyên înfazê wan hatine şewitandin û girtiyên nayên berdan bên berdan li Baroya Amedê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Nobeta malbatan di roja 9'an de berdewam dike. Malbat bi biryar in ku heta daxwazên wan bên bersivandin nobeta xwe bidomînin.