Tecrîda li ser Ocalan di rojeva Meclîsê de ye 2021-11-24 14:27:53   ENQERE - Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca ya tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anî rojeva Meclîsê pirs kir ku çima biryarên DMME û MPKE’yê nayên pêkanîn.   Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Ûca ya tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi pêşniyaznameyekê anî rojeva Meclîsê.    BIRYARÊN DMME û MPKE’YÊ   Ûca, di pêşniyaznameya xwe de wiha got: “Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar dabû ku tundiyeke sîstematîk li Ocalan tê kirin û di bin tecrîdekê de ye. Ev biryar 7 sal in nayê bicihanîn. Li aliyê din Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê (MPKE) di biryara xwe ya 24’ê Çileya 2019’an de bang li CPT dike ku pêşniyarên xwe yên li ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bişopîne û Tirkiye li gorî van pêşniyaran tevbigere.”   Ûca ji bo ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bi bersivîne ev pirs pirsîn:    “* DMME’yê biryar dabû ku tundiyeke sîstematîk li Ocalan tê kirin û di bin tecrîdekê de ye. Ev biryar 7 sal in nayê bicihanîn. Ji bo bicihanîna vê biryarê beriya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya 30’ê Mijdarê xebateke we heye?    * Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê di biryara xwe ya 24’ê Çileya 2019’an de bang li CPT’yê dike ku pêşniyarên xwe yên li ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bişopîne û Tirkiye li gorî van pêşniyaran tevbigere. Wê Tirkiye li gorî van pêşniyaran tevbigere?”