Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li Meclîsê dan 2021-11-24 15:26:07   STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî rewşa muwekîlên xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku agahî ji wan nayê girtin serî li Meclîsê da.   Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi tecrîdek giran rûbirû ye û girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş li cem wî li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind de tên girtin û 8 meh in agahî ji wan nayê wergirtin, hewldanên xwe berdewam dikin. Parêzeran piştî DadgerİYA Înfazê yê Bursayê, Wezareta Dadê û saziyên girêdayî wezaretê serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê dan.   QEDEXEYA MUAMELEYA XERAB    Parêzeran diyar kirin ku muwekîlên wan bi tevahî ji rêyên ku bi biryarên îdarî û dadwerî yên bê bingehên defakto û hiqûqî karibin bi cîhana derve re têkilî daynin bê par in û pêşîgirtina li mekanîzmayên ku dê karibin bi cîhana derve re têkilî daynin û ev yek berovajî qanûnên neteweyî û navneteweyî ne. Parêzeran destnîşan kirin ku ev rewş di heman demê de binpêkirina qedexeya muameleya xerab e. Parêzeran got: “Li ser rewşa xwe ya tenduristiyê, şert û mercên girtîgehê, bi kurtasî, hebûnên xwe yên madî û manewî fikarên kûr diafirîne. Ev rewş di heman demê de binpêkirina qanûnên neteweyî û peymanên navneteweyî û pîvan û nirxên hiqûqî yên gerdûnî ye.”    DAXWAZA LÊKOLÎNA LI CIHÊ CIH    Di serlêdanê de erkên Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê hatin bibîrxistin û di serlêdanê de wiha tê gotin: “Komîsyon xwedî wê erke ye ku Rêya dikare ji sazî û rêxistinên pêwendîdar agahiyê bixwaze, li wir lêkolînan bike, bang li kesên eleqedar bike û agahî bistîne. Dema ku pêwîst bê dîtin, dibe ku Komîsyon agahiya pisporên ku guncav dibîne binihêre û dibe ku li derveyî Enqerê jî bixebite. Ji ber van sedeman, wekî komîsyona we xwedî desthilat û erka qanûnî ye; Em jê daxwaz dikin ku serdana Girtîgeha Îmraliyê bike, li cihê cih lêkolînan bike û bi muwekîlên me yên ku ji ber şert û mercên xeternak ên girtîgehê derbarê jiyan û tenduristiya wan de nezelalî heye bi dawî bike, gavên pêwîst biavêje.”