ÎHD: Di 10 mehan de 30 jin hatin kuştin 2021-11-24 15:28:52   AMED - Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, bi raporekê aşkera kir ku di nav 10 mehan de 30 jin hatine kuştin û 37 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane.    Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê, li avahiya xwe bi civîneke çapameniyê bîlançoya 10 mehan a cînayet û tundiya li ser jinan a li bajarên herêmê bi raporekê aşkera kir. Alîkara Hevserokên Giştî ya ÎHD'ê Rehşan Bataray Saman û endam û rêveberên jin ên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê jî tevlî civînê bûn. Endam Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Derya Yildirim, derbarê rapora ku amade kirine de axivî.   'FIHÛŞ LI JINAN TÊ FERZKIRIN'   Yildirim, diyar kir ku şerên li Rojhilata Navîn didomin bandoreke micid li jinan dikin û bi van gotinan bal kişand ser fihûşa ku li herêmê li jinan tê ferzkirin: "Bi taybetî li Colemêrg, Şirnex û Dersimê ku hejmareke zêde ya polis û leşkeran li wan heye, ji ber bêdengiya dewletê û nelipirsînkirina darazê fihûş li jinan tê ferzkirin û binpêkirinên mafan ên li dijî jinan li herêmê berbelav dibe."   30 JIN HATINE KUŞTIN   Piştî Yildirim, Alîkara Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ezgî Sila Demîr, bîlançoya 10 mehan aşkera kir û daneyên wê wiha ragihand: "Buyerên întijar li welat zêde dibin. Di nav 10 mehan de bi qasî ku me tespît kiriye, 19 jin întihar kirine jiyana xwe ji dest dane, 7 jin jî hewl dane întihar bikin. Dîsa di encama tundiya zilam a nav malê û qada civakî li Kurdistanê 30 jin hatine kuştin û 37 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane."