Doza Dayikên Şemiyê: Parêzeran eywana danişînê terk kirin 2021-11-24 16:35:05   STENBOL - Di danişîna ku Mirovên Şemiyê jê tên darizandin de, daxwaza parêzeran a reda dadger cara duyemîn hat redkirin, li ser vê yekê parêzeran eywana danişînê terk kirin.    Dayikên Şemiyê di 25’ê Tebaxa 2018’an de li Meydana Galatasarayê ya Taksîmê xwestin çalakiya 700’emîn li dar bixin. Polîsan mudaxileyî dayikan kir gelek ji wan hatin binçavkirin. Derbarê 46 Mirovên Şemiyê de doz hatibû vekirin. Danişîna 3’yemîn a doza dayikan li 21’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin.    DAXWAZA REDDÎ DADGER   Di danişîna hat dîtin de 29 kesên beriya niha îfade nedabûn û parêzerên wan amade bûn. Danişîn 3 saetan dereng dest pê kir. Di danişîna beriya niha de parêzeran ji ber serokê dadgehê bêalîbûna xwe winda kir daxwaza reddî hakîm kiribûn. Parêzeran ji ber daxwaza wan nehat qebûlkirin û helwesta serokê dadgehê ya giştî careke din daxwaza reda dadger kirin.    PARÊZERAN EYWAN TERK KIR   Li ser gelek daxwazên parêzeran û daxwaza wan a reda dadger hatin redkirin, parêzeran diyar kir ku serokê dadgehê bêalîbûna xwe winda kir, ji eywanê derketin.    HAT TALOQKIRIN   Li ser vê yekê dadgehê 5 deqîqe navber da. Piştî navberê şandeya dadgehê danişîn taloqî 23’yê Adara 2022’yan kir.