Jinan serdana Emîne Şenyaşar kir: Daxwaza wê daxwaza me ye 2021-11-24 17:15:45   RIHA - Platforma Jinan a Rihayê, serdana Emîne Şenyaşar ku 261 rojên Nobeta Edaletê digire kirin û ev tişt gotin: "Daxwaza Şenyaşar, daxwaza me ye."   Endamê Platforma Jinan a Bajar a Rihayê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Dijî Tundiya li Ser Jinê de serdana Emîne Şenyaşar ku bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re li ber Edliyeya Rihayê Nobeta 261 rojên Edaletê digirin, kirin. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî piştgirî da serdana platformê û bi jinan re serdana Emîne Şenyaşar kir. Emîne Şenyaşar, di serdanê de axivî û diyar kir ku divê ev pergal bê guhertin û ev tişt got: "Divê Erdogan îstifa bike."   'EM DIXWAZIN BIBIN DENGÊ NOBETÊ'   Li ser navê Platformê Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Ayşe Şehrîban Demîrel axivî û got ku bi armanca bibine dengê nobeta bi daxwaza edaletê ya Emîne Şenyaşar hatine serdana wê û ev tişt got: "Em dixwazin bibin dengê nobeta Emîne Şenyaşar ku bi mehan e digere. Daxwaza edaletê ne tenê ya dayika Emîne ye, daxwaza me tevan e. Em dizanin ji bilî ferdên malbatê; hevjîn, bira û bavê ji aliyê dewletê ve jî ji ber li dijî neheqiyan deng derdixin tundî li jinan tê kirin. Em li dijî vê tundiyê ne. Em li dijî tundiya fizîkî û derûnî ya dewlet li Emîne Şenyaşar dike ne."   'JI BO ME TEVAN EDALET'   Demîrel, destnîşan kir ku wê li cem Emîne Şenyaşar bin û ev tişt anîn ziman: "Em jî daxwaz dikin ku daxwaz bên qebûlkirin. Em dibêjin; ji bo Emîne Şenyaşar, ji bo malbata Şenyaşar û ji bo tevan edalet."   Piştî daxuyaniyê jinan bi Emîne Şenyaşar re nobet girtin.