Nobeta Edaletê di roja 10’emîn de ye 2021-11-25 13:55:02   AMED - Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin, ji bo balê bikişînin ser rewşa wan li Baroya Amedê dan destpêkirin, di roja 10'an de berdewam dike.    Malbatên girtiyan, bi armanca ku girtiyên nexweş, girtiyên înfazê wan hatine şewitandin, girtiyên nayên berdan bên berdan û ji bo binpêkirinên mafan bi dawî bibin li Baroya Amedê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Nobeta malbatan di roja 10’an de berdewam dike. Wê di nava rojê de gelek kes û sazî serdana malbatan bikin.