Ji HDK'ê banga tevgera gel a yekgirtî 2021-11-25 14:38:33   STENBOL - HDK'ê ji bo çalakiyên ku bi daxwaza îstîfakirina desthilatê dest pê kirine banga banga yekitiya çalakî û hêzê kir û diyar kir ku divê tevgereke gel a yekgirtî û rêxistinbûn bê kirin.       Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li ser krîza aboriyê û nerazîbûnên li dijî zêdebûna dovîzê ku li gelemperiya welêt belav bûne daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku desthilat ji hêza çareseriya krîza ku afirandin dûr e û ev tişt hate gotin: "Rastiya qeyrana piralî ku berhema pergala desthilatdariya kapîtalîst û sazûmaniya desthilatdariya faşîst a heyî ye, bandora xwe ya li ser jiyana civakî û siyasî ku di bin şert û mercên pandemiyê de hatiye girankirin, didomîne."    HEWL DIDIN KRÎZÊ BI ZEXTÊ BI RÊ VE BIBIN   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku desthilat hewl dide qrîzê bi şer, zextê, dagirkerî, êrişên nîjadperest û zayendî bi rê ve bibe û ev tişt hat gotin: "Krîza aborî-malî encamên wêranker derdixîne holê ku jiyana rojane ya beşên herî mezin û berfireh ên civakê bi kûrahî dihejîne. Em qala êş û ê lgerîna çareye bi dehan mîlyon karker ûbêkar, extiyar û teqawîtbûyî, esnaf û gundî, jin û ciwan û bi milyonan kedkaran dikin. Em şahidiya çalakiyên bênavber dikin. Çalakî û şermezarkirinên demokratîk ku du roj in li gelek bajaran tên lidarxistin, nîşan didin ku berteka gel weke tevgereke gel a bi rêxistikirî û girseyî ya yekgirtî dikare bê pêşxistin.   BANG    Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû beşên civakê hat kirin ku bi hev re tevbigerin û ev tişt hat gotin: "Weke HDK em bang li hemû hêzên ked, demokrasî û azadiyê dikin ku ji bo afirandina tevger û rêxistinbûyîneke gel a yekbûyî ya li dijî kapîtalîzm û faşîzmê, li ser bingeha yekîtiya hêz û çalakiyê bibin yek û bi hev re tevbigerin.  Eşkerekirina hêza civakî û siyasî ya yekbûyî ya gelên me yên kedkar û hemû bindestan, weke berpirsyarî û wezîfeya me ya lezgîn a bêalî li pêşiya me radiweste. Tişta ku gelê me ji me hêvî dike ev e. Weke HDK em diyar dikin ku em ê bibin mijara bi bandor a her cure xebatên pêşvebirinê, însîyatîfên yekitiyê û hevkariyên çalakiyê yên ku di bin her cure formên meşrû de têne kirin."