Dozger cezayê kujerê Şahîn Oner zêde dît! 2021-11-25 16:11:03   AMED - Dozger cezayê ku li polîsê bi navê Selahattîn Korkmaz ê kujerê Şahîn Oner zêde dît û îtîrazî biryarê kir.    Di 10’ê sibata 2013’an de li Amedê polîsê bi navê Selahattîn Korkmaz maşîneya zirxî li Şahîn Oner (19) qelibandibû û ew kuştibû. Dadgehê Amedê di 23’ê mijdarê de 5 sal û 4 meh cezayê hepsê li polîsê kujer birîbû. Dozgerê Komarê Mehmet Kiran cezayê li polîs hatiye birîn zêde dît û îtîrazî biryarê kir.