Esnafê got ‘Ev der Kurdistan e’ hat berdan 2021-11-25 16:47:47   WAN - Esnaf Haci Tûnç ê ji ber gotibû “Ev der Kurdistan e” hatibû binçavkirin, hat berdan.    Esnaf Haci Tûnç ku, di dema serdana Serokê Giştî yê Partiya Guherîna Tirkiyeyê (TDP) Mûstafa Sarigul a li Wanê de, ji ber gotibû, “Ev der Kurdistan e” hatibû binçavkirin, hat berdan.    Tûnç ê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hat binçavkirin, piştî kirariyên miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hat kirin. Tûnç ê piştî îfadeya dozgeriyê bi daxwaza şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê hat kirin, hat berdan.