Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser tecrîdê 2021-11-25 16:51:39   AMED - MEBYA-DER’ê serdana Nobeda Edaletê kir û Hevserokê komeleyê Şeyhmus Karadag di serdanê de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û girtîgehên din.    Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye Nobeda Edaletê ya ku li Baroya Amedê dan destpêkirin, di roja 10’emîn de berdewam dike. Îro jî rêveberên MEBYA-DER’ê serdana nobedê kirin. Hevserokê MEBYA-DER Şeyhmus Karadag di serdanê de axivî.    BAL KIŞAND SER TECRÎDÊ    Karadag da zanîn ku hemû girtiyên siyasî bi taybet Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de ye û got: “Girtiyên nexweş ên ji 70 salî mezintir jî nayên berdan. Dibêjin bila miriyên wan ji girtîgehê derkevin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Her wiha di girtîgehê de jî cezayê xwe temam kirine, tevî ku divê bên berdan jî nahêlin. Dibêjin, 'Eger em wan berdin wê li dijî me şer bikin. Dê li dijî me xwe birêxistin bikin’. Bi vê hêcetê girtiyan bernadin. Karadag anî ziman ku ew piştgiriyê didin çalakiya dayikan a rast û ew ê van pêkanînan şermezar bikin.    ŞERTÊN GIRTÎGEHAN DIJWAR IN    Rêvebera MEBYA-DER’ê Halime Topuz jî bal kişand ser girîngiya piştevaniyê û got şert û mercên girtîgehan gelek zor in.    ‘QANÛNAN JI BO ME NASEPÎNIN’    Xwişka girtiyê nexweş Abdusamet Guler, Încî Guler Altindag jî destnîşan kir ku qanûnên heyî ji bo girtiyan nayê sepandin û dema dor tê ser girtiyên wan van qanûnan disepînin.    NE HIQÛQÎ YE    Bavê girtiyê nexweş Ciwan Boltan, Hakki Boltan jî rewşa niha ku li ser girtiyan ferz dikin, neberdana girtiyên cezayê wan qediyane û nedermankirina girtiyên nexweş û neberdana girtiyên nexweş ne hiqûqî ye û ne jî mirovî ye. Boltan got divê demildest hiqûq bikeve dewrê û naxwazin ku zarokên wan bimirin.