Ji bo polîsê Hemdan qetil kir cezayê hefsê yê muebbetê hat xwestin 2021-11-25 17:04:37   EDENE – Ji bo polîs F.K. yê Alî El Hemdan ê 17 salî li Edeneyê qetil kir ji sûcê “bi zanebûn kuştin” cezayê hefsê yê muebbetê hat xwestin.    Danişîna 6’emîn a doza derbarê polîs F.K. yê di 28’ê Nîsana 2020’an de li Edeneyê Alî El Hemdan ê 17 salî qetil kir de hatibû vekirin li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hat dîtin. Di danişîna ku polîs F.K. li ser SEGBÎS’ê beşdarbûyî de parêzer amade bûn.    Polîs F.k. beyanên xwe yên beriya niha dubare kir û daxwaza berdan û beraeta xwe kir. Parêzerê malbata Alî El Hemdan jî xwest polîsê kujer ji sûcê “bi zanebûn kuştinê” were cezarkirin.    DOZGER CEZAYÊ HEFSÊ XWEST   Dozger mutalaya xwe pêşkeşî şandeya dadgehê kir û xwest bersûc polîs F.K. ji sûcê “bi zanebûn kuştinê” bi cezayê hefsê yê muebetê were cezakirin.    Parêzerê bersûc jî ji bo li dijî mutaalayê parastinê bike dema zêde xwest. Şandeyê daxwaza parêzerê bersûc qebûl kir û danişîn taloqî 21’ê Kanûnê kir.