Li Cizîrê mirineke biguman 2021-11-25 19:08:54     ŞIRNEX - Li Taxa Cûdî ya Cizîrê jina bi navê Helîn K. jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku Hêlîn K. xwe kuştiye.   Li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, hat îdiakirina ku jina ciwan a bi navê Hêlîn K. (18) hewl daye xwe bikuje. Piştî ku malbat pê hesiyaye, ferdên malbatê wê rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Li nexweşxaneyê tevî hemû mudaxileyan jî Hêlîn K. nehat xelaskirin û jiyana xwe ji dest da.    Wê cenazeyê Hêlîn K.'yê piştî amadekirina rapora otopsiyê li Goristana Asrî ya Cizîrê bê definkirin.